HDP: Em tevahî gelê xwe vedixwînin Bakirkoyê...
14:49
JINHA
STENBOL - Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, diyar kir ku Newroz nayê qedexekirin û ji bo pîrozbahiya Newrozê bang li gel kir da di 20'ê Adarê de li Bazara Gel a Bakirkoyê bin.
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, derbarê qedexekirina pîrozbahiyên Newrozê ya dê di 20'ê Adarê de li Bazara Gel a Bakirkoyê bê pîrozkirin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Newroz nayê qedexekirin û ji bo pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşmeya "Her der berxwedan her der Newroze" bangî gel kirin da di 20'ê Adarê de li Bazara Gel a Bakirkoyê bin.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku biryara qedexeyê ya Walîtiya Stenbolê ne biryareke huqûqî û rewa ye û wiha hat gotin, "Ya rewa û mafdar ew e ku pîrozkirina Newroza ku bi hezar salane tê pîrozkirin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pîrozbahiya cejna bihar û vejînê ya Newrozê mafê herî rewa ye hemû gelan e û wiha hat gotin, "Di dîrokê de gelek caran ceribandinên qedexekirina Newrozê hatine kirin lê bi ser neketine. Gel di serdemên rêvebiriyên herî despot û zalim de jî xwedî li Newroz û pîrozbahiyên wê derketine. Îro îktîdara AKP-Qesrê dixwaze pîrozbahiyên Newrozê qedexe bike û bi vê dixwaze polîtîkayên binpêkirin, tepisandin û şer zêde bike."
Di daxuyaniyê de hat zanîn ku dê pîrozbahiya Newrozê di li qada diyar kirî bê pîrozkirin û wiha hat gotin, "Dê gelê me bi kevneşopî, deng û rengê xwe ji bo Newrozê dakevin kuçe, kolan û qadan û dê agirê Newrozê ji bo wekhevî û azadiyê vêxin."
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî biryara walîtiyê Muduriyeta Polîsan a Stenbolêl jî diyar kiriye ku dê destûra pîrozbahiyên li navçeyan ê Newroza dê di 20'ê Adarê de bê pîrozkirin nede û li ser vê bang li raya giştî hat kirin da walîtî û Muduriyeta Polîsan a Stenbolê dev ji van nêzîkatiyên xwe berdin da Newroz ji bo aştî û ewleyiyê bê pîrozkirin.
Di daxuyaniyê de bo hemû gelan banga, "Em hemû gelên ji bo pîrozbahiya xwe di 20 Adarê de vedixwînin Qada Bazarê ya Bakirkoyê" hat kirin.
(dt/rc)