Malbata Berjîn serbest hatin berdan

14:53

JINHA

ERZIROM- Bavê endama KJA'yê Berjîn Demîrkaya ya ku di komkujiya Cizîrê de hate qetil kirin, Mevlît Demîrkaya û xwîşka wê Mehtap Demîrkaya yên duh li Tatosê hatibûn binçavkirin bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Bavê endama KJA'yê Berjîn Demîrkaya ya ku di komkujiya Cizîrê de hate qetil kirin, Mevlît Demîrkaya û xwîşka wê Mehtap Demîrkaya yên ku duh li Taxa Madragê ya navçeya Tatosê ya Erziromê di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin, piştî karên li muduriyeta polîsan ew sewqî dozgeriyê kirin. Mevlît û Mehtap Demîrkaya piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Hate zanîn ku her du welatiyên din ji ber beşdarî merasîma cenazeyê Berjîn Demîrkaya bûne hatine binçavkirin.

Her wiha hate zanîn ku rêvebirên navçeyê yên DBP'a Tatosê Eşref Baba, Cuneyt Koçak û Çetîn Yalçin jî li Miduriyeta Polîsan a Navçeyê têne girtin.

(dt/rc)