Gelê Til Temir bi şahiyek Sîstema Federal pîroz kir

15:24

JINHA

TILTEMIR - Li bajarê Til Temir gel bi şahiyek îlankirina Sîstema Federaliya Rojava-Bakûrê Sûriyê pîroz kirin.

Li bajarê Til Temir a girêdayî Kantona Cizîrê gel piştî ku biryara îlankirina Sîstema Federaliya Rojava-Bakûrê Sûriyê hate eşkerekirin, hem bi şev gel daketin kolanan û kêfxweşiya xwe anîn ziman hem jî bi şahiyekê ev biryar pîroz kirin. Şahî li ber Saziya Malbata Şehîdan di seat 10'an pêk hat. Gel govend gerandin û bi dirûşmeyan biryar pêşwazî kirin. Di şahiyê de Hevseroka Rêveberiya Xweser a Bajêr Etûr Ishaq axivî û ev biryar li gel û tevahiya cîhanê pîroz kir. Etûr herwiha îşare bi girîngiya vê biryarê kir û ji gel xwest ku xwedî li sîstema federaliya demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê derkevin.
Rêvebira Kongreya Star a bajêr Çinar Yûsuf jî axivî û da zanîn ku biryar serketineke mezin e û li gel, jin û cîhanê pîroz kir.

Piştî şahiyê jî gel li erebeyên xwe swar bûn û wek konvoy li nav bajar geriyan.

(rh-ja/rc)