Heyeta ku xwest bikeve navçe hat rawestandin
17:37
JINHA
COLEMÊRG - Ji bo ku qedexeya ku li Geverê 5 rojin didome bê rakirin Heyetek ji Colemêrgê xwast biçin Geverê lê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin asteng kirin.
Li Geverê qedexeya derketina derve di roja 5. de berdewam dike û êrîşê hêzên dewletê bi tang û topan ya li hember taxan bê navber didome. Heyetek ji Colemêrgê bi armanca çûyîna Geverê ketin rê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin asteng kirin. Heyeta ku 50 kes ku di navde Rêveber û Endamên HDP, DBP , KJA'yê ji bo ku biçin Geverê ketin rê ji aliyê hêzên dewletê di têketina Geverê li Yenîkopruyê hatin rawestan din.
Hêzên Dewletê destûr nedan ku heyet bikeve Navçe Hevserokê HDP Metin Besi li Yenikopruyê daxuyani da çapemeniyê. Metin diyar kir ku ew ji bo pêşî li pevçûn û mirinan derkevin ketine rê û got ew hatine asteng kirin. Metîn anî ziman ku divê dawî li şerê ku pêk tê were û bi Îmraliyê re hevdîtin ji nûve bên kirin.
Piştî axiftina Metîn Heyet ji ber ku destûr ne hat dayîn vegeriya Colemêrgê.
(zyd/rc)