Ayşe ya ku di Newroza 92'an a Cizîrê de hevserê xwe windakirî: Em teslîm nabin

09:17

JINHA

ŞIRNEX - Ayşe Ertene a ku di Newroza Cizîrê ya 92'an de hevserê wê qetilkirin got: "Her tişt gelek xweşbû. Bi carekê re mudaxele kirin. Ji Newroza sala 92'an heya niha bi hezaran mirovan jiyana xwe jidest dan. Hîna jî mirin berdewam dikin. Ew difikirn ku dê me bi qetilkirinê teslîm bigirin. Lê em ti carî teslîm nabin."

Giyana Newroza 92'an ticarî Cizîra Botanê berneda. Bi heman giyanê Cizîra Botan amadekariyê Newrozê dike. Ayşe Ertene ya ku 92'an li qada Newrozê wê demê vegot. Ayşe ya ku 16 salî bi Huseyîn re hatî zewicandin diyar kir ku pêvajoya ew zewicî mayî du car hevjînê wê hatiye girtin. Ayşe da zanîn ku ew 4 sal zewicî man, 3 zarokên wan hebûn û wiha domand: "Weke her kesê wê demê me jî tindiyên mezin dîtin. Hevjînê min zewicîbû, lê xwe da aliyê rêxistinê. Tenê zewaca me bi navbû."

'Her tişt gelek xweşbû'

Ayşe bilêv kir ku wan Newroza 92'an bi kelecanek mezin amadekir û wiha berdewam kir: "Bi rojan bû me kincên xwe yên gelerî amadekiribû. Wê demê tindiyek mezin hebû, li gel her tiştî jî me Newroza xwe pîroz kir. Em li çariyana Alapxane kombûn. Em çun ser goristanê, paşê jî vegeriyan qada Newrozê. Li wê me dîlan gerand û pîrozbahî kir. Her tişt gelek xweşbû. Berê dewletê destura Newrozê da, lê di nava pîrozbahiyê de polîsan dora qada Newrozê girtin."

'Agahiya hevjînê min gulebaran kirin hat'

Ayşe anî ziman ku gel herikîn qada Newrozê û wiha dom kir, "Hine welatî jî ji aliyê Taxa Cudî ve derketin ser Cadeya Nisêbînê. Me agahiya polîsan pêşiya gel girtiye bihîst. Paşê jî mudaxeleyî qada Newrozê kirin. Li ber çavê min 4 kes înfaz kirin, hîna jî gel li ber xwe dida. Hevjînê min hat gel me û xwest em belavî nava kolanan bibin, em hemû li nava kolanan belavbûn. Helîkopterê gaz avêt me. Ji gundiyên ji gundan dihatin jî bi kelecanek mezin dihatin. Dema ku em ketin nava kolanan li erdê gelek birîndar hebûn. Em çun mala diya min, di saet 15.00'an de agahiya hevjînê min gulebaran kirine hat. Bi şev li nava bajêr şer giran bû. Yek mirovê me hat gel me û agahiya şihadeta Huseyîn da. Wê demê ez 20 salîbûm."

'Em niha jî li komkujiyan re derbaz dibin'

Ayşe destnîşan kir ku piştî agahiya qetilkirina Huseyîn bihîst vegeriya mala xwe û wiha pêde çu: "Li malê jin kombûyîbû digiriyan, cenaze tinebû. Piştî çend saetan agahiya qetilkirina wî êdî teqez bû. Roja dinê em hînbûn ku cenazeyê wî şandine mizgeftê. Em çun mizgeftê û me cenazê wî dît. Min nêrî ruyê wî derbkiribûn. Ez û sê zarokên xwe em tenê man. Ji wê rojê heya niha em di rêya şehîdên xwe denin. Tekoşîna me berdewam dike. Dibêjin em birane, lê em ne xwediyê ti mafanin. Em mafê xwe dixwazin. Em niha jî di komkujiyan re derbas dibin. Bi sedan mirov di jêrzemînan de şewitandin. Tiştên wiha li ti deveran nîne. Yên qetilkirin zarokên mebûn."

'Ewqas sal derbazbûn jî hîna heman hişmendî berdewam dike'

Ayşe hatina newrozê jî bibîrxist û wiha dom kir: "Ez naxwazim ev Newroz jî weke ya sala 92'an bibe. Her kesê weke dixwest Newroz pîroz kirin, navê Newrozê hebû. Wê jî venegerînin komkujiyê. Niha jî dora Cizîrê bi tangan girtine. Ji sala 92'an heya niha bi hezaran mirovan jiyana xwe jidest da. Hîna mirin berdewam dike. Ew difikirin emê bi qetilkirinê teslîm bibin. Em ticarî teslîm nabin. Niha jî zarokên me û neviyên me komkujiyan dibînin. Li Cizîrê li ber çavê zarokan mirov qetilkirin. Dê ew zarok jî mezin bibin û rastiyan hîn bibin. Dewletê ev zarok hemû kirin dijminê xwe. Ji wan rojan heya niha tekoşîn berdewam dike. Wê demê jî jin tazî dikirin û tehşîr dikirin. Niha jî heman tiştî dikin."

(zt)