Li Şengalê kêliyên şanaz ên du xwişk û birayên bêziman…

09:50

Jinda Asmen/JINHA

ŞENGAL - Du xwişk û birayên ji zikmakî ker û lal ên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyan û xwe li Çiyayê Şengalê girtin, li gel hemû zoriyan xwe li jiyanê pêçane.

Li lutkeya Çiyayê Şengalê li zarokên di nava hewayê sar de dilîzin nêrîn û carnan jî tevlî lîstokên wanbûyîn ji bo me mezinan çavkaniya moralêye. Rojek xweş û tav li Çiyayê Şengalê digerim û li derdora xwe temaşe dikim. Du zarok li ber çavên min ketin. Dengên wan dihatin lê nedipeyîviyan. Min meraq kir û hêdî hêdî ber bi wan ve çum. Yek lawik û yek qîzik du zarok. Navê keçikê Saadet 8 saliye, navê lawik jî Sait 7 saliye. Ez hînbûm ku her du zarok ji zikmakî ker û lalin. Hem jî xwişk û birane.

Nabihîsin û napeyîvin. Ker û lalbûna her du zarokan mirovan xemgîn dike. Ji bo wê ye hîsek ecayêb dixe nava mirovan. Ez meraqdikim ku çawan ewana ji hev têdigihin. Her du jî zimanê bedenê didin zorê û ji hev têdigihin. Her du zarok ewqas bêdengin jî. Bêyî hev bi êşînin ewqas xweşik henekan bi hevdikin. Dengên wan pir ji hindir derdikevin... Ew difikirin ku ez wana têdigihim. Bi bêzimaniya xwe Saadet hewildide tiştekê ji bo min bêje. Ewqas bi îsrare ku min şaşwaz dihêle. Ew dixwaze çî bêje ez nizanim. Lê weke ku têdigihim ez jî dixwazim têkevim navberê, lê ez bê tevger dimînim. Wê kêliyê dîsan jî ew dengên ji hindirê wan derdikeve û ew tevgerên wan ên têgihandinê dinêrim.

Çima her du xwişk û bira baş ji hev têdigihin. Hemû tiştî ji hev têdigihin. Bi hev re dixwin, vedixin, dilîzin, henek dinkin û bi hev re ji hev têdigihin. Ji bo wê her du bi hev re hem xwişk û bira hem jî heval bûne. Li gel ker û lalbûnê jî ewqas her du zarok bi bedewiyekê dilîzin, wê heskirina xwe didin Çiyayên Şengalê jî. Ez di wê baweriyê deme ku dê her dem ev şanazî û heskirina bêdawî li Çiyayên Şengalê berdewam bike.

(zt)