Meclisa Jinên Şengalê Federalizma Rojava pîroz kir

10:10

JINHA

ŞENGAL - Meclisa Jinên Şengalê bi daxuyaniyekê bi hatina cejna Newrozê re pergala Federalizma Rojava pîroz kir û got; "Ji warên azad, kaniyê şehîdan, derguşa mîrovahiyê re cejna vejînê, cejna azadiyê, cejna berxwedaniyê bi germahiya agirê Newrozê û pergala Federazlima Rojava li çar aliyê Kurdistan û gelê kurd pîroz be.

Meclisa Jinên Şengal'ê, wek 8 Adarê bi heman durişmeya 'Jin ji bo azadiya xwe û Rebêrtiya xwe di çalakiyan denin' Newrozê peşwazi dîke. Jinên Êzidî, agîrê Newrozê li Çiyayê Şengalê bi rihê berxwedanê dêpêxin. Meclisa Jinên Şengalê, daxuyaniyek nivîskî hem cejna Newrozê li tevahî kurdan pîrozkir û hem jî Federalizma Rojava pîroz kir. Daxuyanî wihaye; "Ji warên azad, kaniyê şehîdan, derguşa mîrovahiyê re cejna vejînê, cejna azadiyê, cejna berxwedaniyê bi germahiya agirê Newrozê li çar aliyê Kurdistan û gelê kurd pîroz be. Bi têkoşina jinê agirê Newrozê tu car venamire. Ewê her ku biçe çirûska xwe zedêtir bike.

Em weke Meclisa Jinên Şengalê pergala federalizmê Rojava jî bi hatina Newrozê re weke biharê dibînin. Ev pergal wê bibe wesîleya hemu gel bên cem hev bi parastin û azad jiyan bikin. Em despêkê pergala Federazlizmê li Rêber Apo û li hemû gelan pîroz dikin. Ji ber ku ev berhema romanên Rêber Apo ne. Ev pergala rizgariya hemû gelane, ji bo wê jî cihê şanaziyê û pîrozkirinêye."

Di dawiyê de jinên Şengalê ji bo hemu jinan banga geşkirina agirê Newroza 2016'an kir.

(kom/zt)