Koroya Jinan a Destîna Nujiyan: Bi giyana berxwedanê Newroz
10:16
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE - Ji Koroya Jinan a Destîna Nujiyan Rojbahar Bozkurt diyar ku amekariyên pîrozbahiyên Newroza Edenê a ku di roja 20'ê Adarê dê were pîroz kirin û wiha berdewam kir: "Em ê agirê Newroza îsal bi agirê Kawayan, Semayan û Rewşanan vêxin û bila hemu gelê me tevlî Newrozê bibin."
Koroya Jinan a Nujiyan Destîna amedêkariyên Newroza di 20'ê Adarê de wê li Edenê bê pîroz kirin. Rojbahar Bozkurta ku di Koroya ji 11 jinan pêk tê cih digrê da zanîn ku wê Newroza îsal stranên xwe bi rihê berxwedana Destîna bînîn ziman û wiha pêde çu: "Di heftiyê de 3 roj em xebatên xwe yên ji bo Newrozê dimeşînîn. Me navê koma xwe Destîna Nujiyana ku di têkoşîna Rojava de li hember êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê şehîd ketî lê kir. Em ê bi rihê hevala Destîna Nujiyan li qada Newrzê bin û wê bidin jiyandin. Em ê agirê Newrozê bi rihê Kawayan, Semayan û Rewşanan vêxin."
'Emê bi berxwedana Newrozê bi herikin qadê'
Rojbahar destnîşan kir ku wê Newroza Edenê di 20'ê Adarê de bê pîroz kirin û wiha berdewam kir: "Amadekariyên me ên Newrozê berdewam dikin. Stranên me ji stranên şorêşgerî û klasik pêktên. Armanca me ya yekemîn di dema peşiya me de em stranên nu çêbikin. Dibe jin li her qadê bin û vê hişmendiya 5 hezar salî bi erdê ve bikin yek û êdî jin hepsa malê derkevin. Bese em zahf hatin qatilkirin û çawisandin. Em jinan vedxînîn xebatên çandê û kursê koroya stranan. Devera ku jin lêbe hertim serkeftiye û xweşbûnek bê şer, aramîyek lê heye. Di serî de jin û hemu gel bila bi rihê berxwedanê tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin."
(dt/zt)