Koça ji Surê ber bi Rezanê... Niha bi kuve diçe?

10:19

Bêrîtan Elyakut / JINHA

AMED - Cemîle Ergûn(80) û Ahmet Ergûn(87) piştî 90 roj li navçeyê Surê bin dorpêçê de mabûn koçî Rezanê kiribûn. Piştî koçiya wan hêzê dewletê li navçeya Rezanê jî dest bi êrîşê kir, Cemîle û Ahmed êdî wê bi kuve biçin nizanin. Ahmet diyar kir ku piştî ew ji Surê derketine li Rezanê mirovên dildar xanî ji bo wan peyda kiriye û got cîranê wan pêdiviyên wan pêşwazî kirine. Niha malê ku tê de dijîn tev valabûye...

Ji ber êrîş û dorpêça hêzên dewletê ya li hember navçeya Sura Amedê bi hezaran mirov neçar ma koç bikin. Ji ber şert û mercên jiyanê yê giran gelek malbat berê xwe dan navçeyê Rezanê. Hêzên dewletê di 14'ê Adarê de li navçeyê Rezanê jî qedexeyê derketinê îlan kir û dest bi êrîşê li hember taxan kir. Li ser vê yekê bi sedan malbatên ku ji Surê derketine û li Rezanê bi cih bûne, êdî nizanin bi kuve biçin. Celmîle Ergûn (80) Ahmet Ergûn (87) ên ku li navçeyê Surê piştî 90 roj bi vekirina korîdora mirovahî derketibûn û li navçeyê Rezanê bi cih bibûn. Ahmet diyar kir ku ew heya 90 roj malê xwe terk nekirine û got, di encamê de piştî top li malê ketiye ew ji navçeyê Surê derketine.

'Xendek hebû ên wir bawerî didan min, ji ber vê ji Surê derneketim'

Ahmet da zanîn ku hevjîna wî Cemîle ji ber astengdare û ne bi tenê bûn ew ji Surê derneketine û wiha berdewam kir, "Sur berê gelek xweşbû. Raste xendek hebûn, lê belê zerarê wê ji bo me tine bû. Berovajî wê me xwe bi ewle hîsdikir. Dûvre êrîşê dewletê despêkir û ji her alî dest bi avêtina topan kirin. Ji ber malê min xwedî erdnîgariyek dîrokî bû û 80'î salin li wir dijîm min nexwest ez derêm. Herî dawî piştî 90 roj êdî xanî bi ser mede dihat, em maban em ê miribanan, ji ber vê em derketin. Çend caran ez li 155'ê gerîm min got ez û hevjîna min yê astengdar em tev asê mane werin me xilas bikin. Ji mera gotin 'em nikarin bên wir hûn bi xwe ji wir derên'. Ji ber hevjîna min di wî rewşî de bû me nekarî em derên. Di dawiyê de min wê li sendelya bitekelek kir û di bin guleyan de derxist ji wir."

'Kî dê hesabê vê maxduriyeta ku li me hatî kirin bide'

Ahmet anî ziman ku piştî ew ji Surê derketiye mirovek dildar li Rezanê xanî jêre peyda kiriye û wiha got, "Tiştek ser me tine bû, cîranan, mehfûr, batanî û nivîn dan me. Mal tev valaye, ev 109 rojin bi cilên ser xwe digerim. Qedexe rabe ez ê cardin herim malê xwe. Em li wan taxan mezinbûn û me jiyan kir. Jinek Hirîstiyan ew mal firotibû me. Me emrê xwe da wê malê, bila kes hêvî neke em ji wir derên. Kî dê hesabê vê maxduriyeta ku li me hatî kirin bide. Ewqas mirov mirin, koçkirin êdî bese." Ahmet bilêvkir ku ew ji Surê hatine Rezanê û niha nizanin êdî bi kuve biçin û wiha dawî li gotina xwe anî, "Ji Surê em hatin Rezanê. Em vir jî rastî heman êrîşê tên. Min jî leşkerî kiribû, lê ne wiha, Me sivîl maxdur nekir. Sîng bi sîng me şer dikir, lê niha bi top, tang êrîşê malên sivîlan dikin. Divê her leşkerek ji xwe pirske ew lihember çi şerdike."

Cemîle Ergûn jî diyar kir ku ew di nav şert û mercên giran dijîn û wiha qala hêzên hovîtiyê kir, "Her roj dengê teqîna bombeyan di guhê me deye. Di mercên giran de em hatin vir. Niha jî êrîşê vir dikin. Em ê biçin kur nizam. Divê hinek ji vî şerî re bêjin êdî bese, bidin rewastandin."

(rc)