Leşkerên Tirk jinek birîndar kir

11:50

JINHA

DIRBÊSIYÊ - Li bajarê Dirbêsiyê Şehnaz Şêx Dawûd (55) dema ku ji bo berhevkirina giha diçe çolê, leşkerên Tirk gule reşandinê û di encamê de birîndar bû.

Jina bi navê Şehnaz Şêx Dawûd (55) ku duh ji bo berhevkirina gîhayê pincar ji bo xwarinê tevî cîranên xwe çûbûn çolê, bû hedefê guleyê leşkeran. Leşkerên Tirk ên ser sînor ku di 100 metreyan de jinan girtin hedefê xwe Şehnaz bi giranî birîndar kirin. Şehnaz ji aliyê welatiyan ve rakirin nexweşxaneya bajêr.

(rc)