'Hember qetilkirina jinan em li Newrozê bên ba hev'
13:27
Filîz Zeyrek/JINHA
EDENE - Jinên Edenê diyar kirin ku ew li hember qedexeyan dê tevlî şahiya Newrozê bibin û gotin, ew ê bi rûhê berxwedanê dakevin qada Newrozê.
Newroza ku her sal bi tevlîbûna milyonan li gelek herêm û welatan tê pîrozkirin li Kurdistanê jî kelecanek mezin bi xwe re tîne. Ev kelecana herî zêde li cihên gelên cuda lê dijîn derdikeve holê. Li Edenê ku pîrozbahiyên Newroza îsal ji aliyê Walîtî ve hatî qedexe kirin rastî bertekê jinan tê. Jinên Edenê diyar kirin ku ew ê guh nedin qedexen û di Newrozê de li qadanbin. Rohat Daniş, Newrozê tevahî gel pîroz kir û wiha got, "Ligel her cure qedexe em ê Newroza xwe pîroz bikin û ji bo şahiyê bang li tevahî gel dikim ku tevlî bibe. Kurd her dem berdêl dane û hatine bindest kirin. Divê di rojên zehmet de gel dest bide destê hev. Hember qetilkirin û teşîrkirina bedena jinan divê em li qadan bibin yek deng û yek dil."
'Newroz dengê aştiyê ye'
Sultan Salhan jî wiha got, "Hember şer divê tevahî gel li Newrozê bê ba hev. Newroz dengê aştîyê ye. Ji bo dawî li şerê ku li Kurdistanê tê pêk anîn bi dawî bibe divê em dengê xwe bikin yek. Li hember jinên bi hêz êrîş pêk tînin qetildikin. Ji bo rewastandina komkujiyan divê her kes li qadê be."
Şevîn Ergûn jî got, "Leşker dimire, gerîla dimire û her kes temaşe dike. Ez wate nadim, bila êdî kes nemire. Newroza îsal gelek girînge. Ji bo dawî kirina şerê li Kurdistanê divê em rêxistinbûna xwe bikin yek û bi aweyek girseyî rojê pêşwazî bikin."
'Ji bo zarokên me ên hatine qetilkirin divê em biçin Newrozê'
Sultan Acar anî ziman ku Newroz Newroza sedsalane û wiha pêde çû, "Qedexe hebin ango tinebin, em ê bi vîna xwe tevbigerin. Newroz roja yekîtiya gelane. Ji bo zarokên me ên hatine qetilkirin divê em biçin Newrozê. Ez bang li her kesî dikim em tev biherikin qada Newrozê û rûhê berxwedanê bilind bikin."
(rc)