Kongreya Star ya Kobanê îlankirina sîstema federal pîroz kir
13:48
JINHA
KOBANÊ - Kongreya Star a Kantona Kobanê bi daxuyaniyek Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê pîroz kir.
Kongreya Star a Kantona Kobanê bi daxuyaniyek Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê pîroz kir. Di daxuyaniya ku li ber navenda Kongreya Star hatî dayîn de endamên Rêveberiya Xweser, Mala Jin û hevkarên Kongreya Star amede bûn. Daxuyanî ji aliyê hevkara Kongreya Star ya Kobanê Felek Yûsuf ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Li ser navê Kongreya Star li Kantona Kobanê bi rihê şoreşa Rojava li ser axa pîroz, axa berxwedanê, em vê sîstema Fedarsyonê li giştî mirovahî û hemû gelên berxwedêr û li hemû pêkhateyên Rojava û Bakûrê Sûriyeyê pîroz dikin. Îlankirina sîstema federal demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê wê bibe wesîleyekê ji bo jiyana hevpar a gelan û azadiya netewên demokratîk. Di nava vê sîstemê de dê wekî projeya jiyana azad li ser yek ax her mirov bikaribe bi reng, çand û zimanê xwe bijî."
Daxuyanî wiha bidawî bû: "Ji bo ku em vê salê bikin sala serkeftinê û mizgîniya buhara gelan heta Îmralî em misoger bikin, em ê sîstema fedrasyonê wekî sîstema xwe li ser xeta demokratîk mayînde bikin û wê ev bibê mînaka jiyana gelan, gelên Rojhilata Navîn."
(nî/rc)