Li Efrînê amedekariyê Newrozê bi dawî bû
13:55
JINHA
EFRÎN - Li Efrînê di çerçoveyê xebatên amedekariyê Newrozê de, kolan û tevahî bajar bi rengê Newrozê hat xemlandin.
Di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de Kantona Efrînê dawî li amedekariyê xwe anî. Xemla bajêr ji aliyê şaredariya bajêr a Efrînê bi dawî bû. Gelê Efrîn xwe ji bo Newrozê amede dibînin. Newroza îsal a Kantonê Efrîn dê bi dirûşmeya "Rojavayeke azad, Sûriyeke federal a demokratî"' pêk bê. Li gor agahiyên ku ji Lijneya Amadekar a Newrozê hatî wergirtin çalakiyên Newrozê dê ji 19'ê Adarê heya 21'ê Adarê bidomin. Di 20'ê Adarê de wê perde li ser peykerê Kawayê Hesinkar were rakirin, paşê wê meş ji qada Kawa heya qada Azadî çêbibe. Li qada Azadiyê jî dê şahiyek ji bo Newrozê were lidarxistin. 21'ê Adarê li Kantona Efrînê dê şahiyeke navendî çêbibe.
(fr/hs/rc)