Desteya Jin 2. Konferansa Jin a Cîhanê pîroz kir
14:14
JINHA
QAMIŞLO - Desteya Jin derbarê encama 2. Konferansa Jin a Cîhanê yê ku li Nepalê hatî li darxistin û duh bi biryarên girîng bi encam bibû bi daxuyaniyek nivîskî pîroz kir.
2. Konferansa Jin a Cîhanê ya di 13'ê Adarê de destpê kir, du roj berê bi dawî bû. 2. Konferansa Jin ya Cîhanê, bi beşdariya 1300 jinên ji 48 gelên cuda, li paytexta Nepal Katmandû pêk hatibû. Derbarê bi encambûna 2. Konferansa Jin a Cîhanê Desteya Jin a Kantona Cizîrê daxuyaniyek nivîskî weşand û konferans silav kir. Di daxuyaniya Desteya Jin de wiha hat gotin, "Em hemû jinên ku tevlîbûna xwe ji vê konferansê re dan çêkirin û vîna xwe ya azad derxistin holê û di encamê de Kobanê jî wekî bajarekî cîhanî ji têkoşîn û berxwedanê re eşkere kirin wan spas û silav dikin. Ev gav dide xuyakirin ku jina kurd bi serkêşiya şoreşa Rojava re û cihgirtina di hemû qadan de di hemû cîhanê de deng vedaye."
Di berdewamiya daxuyaniyê de rola jina kurd di nava şoreşê de hate nirxandin û wiha hate gotin, "Ji destpêka Şoreşa Sûriyê jina kurd di Rojava de barê giran ê şoreşê hildaye ser milê xwe, ji ber wê jî navê şoreşa Rojava bûye şoreşa jinê, di hemû qadan de jinê têkoşîn da meşandin û di qadên berxwedanê de bû serkêş. Jina kurd xwedî dîrokeke tijî berxwedan û têkoşîn e, îro jî bi saya berxwedana qehremanên jin em sekeftinên ne ji rêzê dijîn. Jina kurd îro di hemû cîhanê de bûye mînaka jina qehreman û li hemû cîhanê deng vedaye."
(rc)