Parêzerên OHD'ê serbest hatin berdan

14:26

JINHA

STENBOL - Li Stenbolê 31 kesên ku di nav de parêzerên OHD'ê jî hene hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.

Li Stenbolê beriya 3 rojan parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Ayşe Acînîklî, Ayşe Başar, Mustafa Ruzgar, Îrfan Arasan, Şefîk Çelîk, Adem Çalişci, Ramazan Demîr, Huseyîn Bogatekîn û Tamer Dogan jî hene 31 kesên hatibûn binçavkirin duh şevê derxistibûn Edliyeya Stenbolê.
Parêzer Mustafa Ruzgar, Îrfan Arasan û endamên TUAD'ê Ahmet Kapçan, Îlkîn Bulut hatibûn berdan. 27 kesên ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê jî hatin kirin piştî îfadeyên dadgehê hatin berdan. Parêzeran îfadeya "Em ê netebitin, li pey tiştên ku kirine ne" dan, hempîşeyê wan ên ku parastina parêzeran kirin jî li hemberî biryara veşarîbûnê ya li ser dosyayê nezarîbûn nîşandan. Li aliyê malbatên ku ji serê sibehê ve hatin ber edliyeyê jî bi dirûşman encam pêşwazîkirin.

(zt)