'Emê li qadên Newrozê yên Sûr, Silopî û Cizîrê biqêrin'

15:11

JINHA

AMED - Rêxistinên HDP, BDP û civakên sivîl derbarê Newroza Amedê de daxuyanî dan û banga tevli bûna Newrozê û xwedî derketina qadên berxwedanê kirin.

Amed ji bo Newroza dîrokî amadekariyan dike. Rêxistina HDP, Hevserokên DBP'a Amedê, Wekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel, nûnerên saziyên civakên sivîl û parlementerên HDP'ê tevlî Newroza Rezan ku dê li parka Newrozê bê pîrozkirin bûn û di derbarê Neworz dîrokiya Amedê de daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Seroka Komîteya Amadekariya Newrozê Hafîze Îpek axivî û diyar kir ku pîrozbahiya Newrozê di 21'ê Adarê saet 09.00'an bi daxwazên gel dê dest pê bike û heta 16.00'an bi coş bidome. Hafîze da zanîn ku Newroz piştî berxwedana bêhempa hatiye bi dest xistin û wiha got: "Em bang li hemû gelê xwe dikin tevlî Newroza ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê Hemdem xwedî dîrokeke bêhempa ye, bibin."

'Newroz bingeha serkeftinê ye'

Hevserokê DBP'ê ya Amedê Alî Şîmşek diyar kir ku kesên li Kurdistanê li hemberî zilmê ber xwe didin wateya Newrozê ne û wiha axivî: "Newroz wateya Mehmet Tunç û berxwedêran e. Hemû kes bi vê wateyê bên qada Newrozê. Divê hemû gelê me bi rengê Kurdistanî tevli Newrozê bibe. Di Newrozê de cihên ku berxwedan lê hene bên silavkirin û konsepta şerê qirêj ê li Kurdistanê tê meşandin vala bê derxistin. Peyamên ku li qada Newrozê bê dayîn rê ji bo pêşerojê re vebike û polîtîkayên şer vala derbixe. Newroz bingeha serkeftinê ye."

'Dê ev Newroz bibe destpêka jiyaneke nû'

Hevserokê Amedê ya HDP'ê Omer Onen da zanîn ku ew ê bi ruhê peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroza 2013'an de dabû bên qada Newrozê. Omer destnîşan kir ku dê tu zihniyet nikare cejna gel asteng bike.

'Divê em bibin yek û demokrasiyê biqîrin'

Wekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel jî bi vegotina dîroka Newrozê dest bi axaftina xwe kir û bi lêv kir ku ew Newroza îsal bi xemgînî pêşwazî dikin û ev tişt anîn ziman: "Em li dijî hemû xemgîniyên ku li Sûr, Cizîr û Silopî hat jîyîn li qada bin û berxwedana wan biqîrin. Hikûmet dixwaze pirsgirêkan bi qetlîaman çareser bike. Em jî li hemberî wan qetlîaman berxwedana gelê xwe yê ku li ber xwe didin bînin qadên Newrozê. Em ê bi peyamên honandina pêşerojê di destê me de ye û hûn bi qetlîaman û qedexeyan nikarin tune bikin, li qadan bin." Çaglar hemû gelê Amedê û gelên Tirkiyeyê vexwendina qada Newrozê kir. Çaglar diyar kir ku dê berxwedana wan bi serkeve û bi lêv kir ku dê gel daxwazên xwe li qada Newrozê biqîrin û bînin ziman.

(ea/zt)