Li bajarê Amûdê atolya dirûna cilên gelêrî hat vekirin

15:30

JINHA

AMÛDÊ - Li bajarê Amûdê bi pêşengiya Desteya Karûbarên Civakî atolyek a cilên gelêrî hat vekirin.

Ji ber eleqeya zêde yê li hember cil û bergên gelêrî ên herêmî Desteya Karûbarên Civakî li bajarê Amûdê a Kantona Cizîrê atolyek a cilên gelêrî hat vekirin. Di bin rêveberiya modelkarê cilan Mihemed Salih Xelef atolye hate vekirin. Di vekirina atolyeyê de Seroka Desteya TEV-ÇAND'ê Bêrîvan Xalid, Cîgira serokê desteyê Newroz Mihemed, serokê Desteya Olî Şêx Mihemed El Qadirî û xelkên bajar jî amade bûn. Li atolyeyê deh makîne û 11'e kesên ku dirûnê dikin hene, dê perwerdeyên cildirûnê jî werin dayîn.

Piştî vekirina atolyeyê xebatkaran dest bi karê xwe kirin.

(ns-rh/hs/rc)