Çalakiya xizmên windayan asteng kirin
15:31
JINHA
AMED/ÊLIH - Li Êlih û Amedê vê hefteyê jî xizmên windayan aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine windakirin û qetilkirin pirsîn. Li Amedê ji ber qedexeya navçeya Rezan çalakî li Parka Rojava pêk hat. Dayîkan xwestin dawî li komkujiyan bên.
AMED
ÎHD û xizmên windayan ji ber qedexeya li taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê çalakiya xweya hefteya 371'emîn bi slogana "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li ber Abîdeya Roboskê ya li Parka Rojava li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên ku hatine windakirin û wqetilkirin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka windakirina Mehmet Mungan ê du li mezraya Ceylanê ya navçeya Sîlopiya Şirnexê di 1998'an de hate binçavkirin û careke din jê agahî nehat wergirtin hate parvekirin. Beriya çalakiya rûniştinê Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî axivî û got ku çi dibe bila be ew ê wekî xizmên windayan têkoşîna xwe bidomînin. Racî destnîşan kir ku winda wekî polîtîkaya dewletê hatine windakirin, dewletê sûcê mirovahiyê pêka aniye û divê bi sûcên ku kiriye ve hevrû bibe.
Racî da zanîn ku piştî ku di 24'ê tîrmeha 2015'an de pêvajoya agirbestê hate xirakirin bi dehan mirov hatin qetilkirin û qetlîam pêk hatin ji ber vê yekê jî ew gelekî bi fikar in. Racî got ku ne rojhilat ne jî rojava naxwazin kes bimire û dê li dijî vê yekê bin û wiha axivî: "Heke hûn bi polîtîkayên ewlehiyê nêzik bibin dê qatlîam çêbibe. Gelek bajar û navçeyên Kurdistanê di bin dorpêçê de ye. Bi hezaran kes di bin çavan de ne. Digirin. Li dijî ciwan û jinan şîdet heye. Polîtîkayên ewlekariyê tê wane cenase şandina rojava û rojhilat e. Heke hûn wekî Serokomarekî dewletê bibêjin destê we sax be hûn ê gelek tiştan bidin windakirin."
Beriya 18 salan hate binçavkirin piştre agahî nehat girtin
Ji ÎHD a Amerê Abdullah Zeytun piştre çîroka windakirina Mehmet Mungan ê di 1998'an de li mezraya Ceylanê ya navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê hate binçavkirin û piştre jê agahî nehat girtin porve kir û wiha domand: "Mehmet Mungan, di 1998'an de li mezraya Ceylan ê ya Sîlopiyê hate binçavkirin. Piştî ku hate binçavkirin ligel hemû hewldanên malbatê jê agahî nehat girtin. Di 2009'an de dema darizandinên Ergenekonê de malbata Mungan serî li Baroya Şirnexê dan û diyarkirin ku dibe ku hin leşkerên tên darizandin ji windakirina Mungan berpirsyar bin. Baroya Şirnexê jî li ser vê yekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û gilî kir. Lê heta niha tu encam nehat wergritin."
Piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiya rûnixtinê hate lidarxistin.
ÊLIH
Li Êlihê peyama ‘Em ê serî li hember polîtîkayên tafiyê ne tewînin’
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan wek her hefteyê çalakiya “Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin” li serê kolana Gulîstan li ber Abîdeya Mafê Mirovan di hefteya 371’emîn de li darxistin. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHD’ê û xizmên windayan amade bûn û wêneyên kesên di salên 1990’î de hatin hildan û li aqûbeta windayan hate pirsîn. Li ser navê xizmên windayan Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Mehmet Bagatir axivî û bal kişand ser tevkujî û talankirina ji aliyê hêzên dewletê ve li Kurdîstanê pêk tê û got ku ew daxwaz dikin demildest şer bê rawestandin.
Mehmet destnîşan kir ku ew carek din li aqûbeta kesên di salên 1990’î de hatine qetilkirin dipirsin û êrîş û operasyona di nav de endamên ÎHD’ê ku hene li hember parêzerên OHD’ê pêkhat şermezar kir. Mehmet da zanîn ku di qada mafê mirovan de dê her gavan biavêjin û dê wan gavan destek bikin û wiha got: “Bila baş bê zanîn polîtîkaya tasfiye yê ya li hember hêzên demokrasiyê û aktîvîstên me em qebul nakin û em ê li hember vê polîtîkayê tu carî serî ne tewînin.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê dawî bû.
(zt)