Li Geverê îdiaya çekên kîmyewî karanîn: Nêzî 40 kesan qetilkirin

15:33

INHA

COLEMERG - Hezên dewlatê li Geverê çekên kîmyewî bi kartine. Li gorî agahiyên hatin sitandin heya 40 sîvil ji ber kîmyasalê jiyana xwe ji dest dane.

Li Navçeya Gevera Colemergê ku ev 7 roj in dibin dorpêça hêzên dewletê dene li navçeyê şerê mezin pêk tê. Hêzê dewletê bi rojane nikarin bikevin taxan û berxwedana gelê bişkinênin. Welatiyê navê wî nehat zanîn bi reya telefonê ragihand ku di seatên serê sibê de hêzên dewletê li taxên wek Kişla, Orman û Cumhuriyetê çekên kîmyewî bikartine û bi dehan kes jiyana xwe ji dest dane. Li gorî agahiyên welatiyê bi telefonê dayî di nav de jin, zarok jî heyî bi dehan kes bi kimyasalê laşên wan şewîtine û jiyanan xwe ji dest dane. Welatî ragihand ku gelek kes hêj di nav cihê xwe de razayîbûne ji ber kîmyasalê nefes nestandine û jiyana xwe ji dest dane. Welatî got ku heya niha 40 kesên ku laşên wan ji ber kîmyasalê şewîtine di malekê de kom kirine.

Her wiha welatî desnîşan kir ku gelek tîmên taybet bi maske û tupên gazê li ser pîşta wan in dikevin taxan û bi kîmyasalê qetliyaman dikin. Welatiyê ku bi rêya telefonê rewşa taxê ragihand û got, "Dewlet difikire dê berxwedana Geverê bi kîmyasalê bişkêne" û telefon qutbû.

(kom/zt)