Gelê Dirbêsiyê Sîstema Federaliyê bi şahiyek pîroz kirin

15:33

JINHA

DIRBÊSIYÊ - Li bajarê Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê jî Tevgera Ciwanên Rojava şahiyek lidar xistin. Di Şahiyê de Newroz hate pîrozkiirn û ragîhandina Fedraliya Rojava-Bakurê Sûriyê silavkirin.

Duh li bajarê Dirbêsiyê TEV-DEM ji bo îlankirina federaliyê û cejina Newrozê pîroz bikin şahiyek li navenda Tevgera Ciwanê Rojava li dar xestin, agir vêxistin û govend li ber stranê şoreşgerî li derdûra agir gerandin. Piştî ciwanan agirê Newrozê pêxist, gelê bajêr govend gerandin. Her wiha meşa bi motorsklêta lidarxistin. Di dawiya şahiyê de beşdaran bi diruşmeyan ragîhandina Federaliya Demroatkîk û Newroz silav kirin.

(şe/rc)