Adar Şengalî: Emê li lutkeyên Çiyayê Şengalê agirê Newrozê gurkin

15:54

Amara Tolhildan - Hewlêr Şahîn/JINHA

ŞENGAL - Endama Komiteya Ziman û Perwerdê ya Êzidiyên Şengalê Adar Şengalî cejna Newrozê li hemû gelan pîroz kir û got: "Li gel me Êzidiyan agirê tê wateya pîrozî û berxwedanê, emê bi wê wateyê li lutkeyên Çiyayên Şengalê agirê Newrozê vêxin."

Di çanda Kurdan de vêxistina agirê Newrozê tê wateya bilind kirina rihê berxwedanê, pêşxistina tekoşîna azadiyê û serî rakirina li hemberî zordariyê ye. Endama Komiteya Ziman û Perwerdê ya Êzidiyên Şengalê Adar Şengalî giringiya Newrozê ji bo gelê kurd nirxand û wiha axivî: "Ez di serî de vê Newrozê li Rêber Apo, hemu gelê Kurd û hevalên di çeperan de li berxwedidin pîroz dikim. Dema Newoz tê gotin pêşxistina rihê berxwedanê tê bîra mirovan. Çawa Kawayê Hesinkar li çiyayên bilind agirê Newrozê vêxist ev yek bu nişaneya jiyanek nû niha jî ew giyana berxwedanê û Newrozê di nava kurdan de berdewam dike."

Adar dîroka berxwedanê ya bi pêtên agirê Newrozê heya roja îro hatî bibîrxist û wiha berdewam kir: "Çawa di Zindana Amdê de li ser rê hevalên me êrîşên hovane hate peşxistin, ku xwestin di şexsê wan hevalan de vina gelê Kurd dîl bigirin û rihê berxwedanê di zindanê de lewaz bikin, lê heval Mazlûm Doxan li hemberî van êrîşên hovane bi sê darikên kibrîtê agir berda bedena xwe û bû sembola berxwedaniyê. Bi vê berxwedaniya xwe ji êrîşên hovane yên dijmin vala derxist. Her ku çu ev berxwedana Newrozê li cihanê belavbû. Sembolekdin a bi arê Newrozê re bûyî yek jî Sema Yuce got; 'Ez ji 8 Adarê heya 21 Adarê bûm pirek ji agir.' Ev jî ji bo me bu nişaneya gihiştina azadiyê. Bi kinasî ji Kawayê Hesinkar haya Mazlûm Doxan ji rê hevalên me Sema Yuce, heya Ronahi, Bermal, Rojbin û gelek heval bûn şopdarê Mazluman û meşaleya agirê azadiyê bilind kirin. Em bi saya wan hevalên berxwedêr gihiştin van rojan."

'Her roja derbas dibe Berxwedan bilintir dibe'

Adar Şengalî wiha berdewam kir: "Ji xwe em Newrozê wek berxwedanê digirin dest, ne ku em wê rojê tenê wisa meyze dikin, êdî hemû rojên me bi bilind kirina berxwedanê derbas dibe. Dema mirov li dîroka gelê Kurd meyze dike her dem bi berxwedanê derbas bûye. Dema em li roja me ya îro ji meyze dikin li her çar parçên Kurdistanê berxwedanek bê hempa tê meşandin. Bi taybet wek herdem niha ji li Bakurê Kurdistanê berxwedanek bê dawî tê nişandan. Gelê Kurd tim bi rihê berxwedanê di Newrozê de serketiye û êrîşên dijmin vale derxistiye. Vêxistina agirê Newrozê li Şengalê despê kiriye. Gelê me bi kêfxweşiyek mezin vê cejna vejina Newrozê pêşwazî dike. Ji ber her roj derbas dibe em hê bêhtir nêzî azadiyê dibin. Wek tê zanin agir li cem me Êzidiyan pîroze. Em bi wê pîroz bûna agirê Newrozê bigihin serkeftinê û ji her demê bêhtir em nêzî azadi û serkeftinê bûne."

Ez carekdin vê newrozê li Rêber Apo, gelê Kurd û hevalê di çeperan de li berxwe didin piroz dikim. Emê her dem di nav hewildanên pêşxistina berxwedanê û xurt kirina tekoşînê debin. Emê vê Newrozê 2016 bikin azadiya Rêber Apo û bi temamî rizgar kirina Şengalê."

(zt)