Dayikên Şemiyê: Dewlet dev ji polîtîkayên qetlîaman bernade

15:55

JINHA

STENBOL - Dayikên Şemiyê ji ber teqîna ku ji aliyê bombeya zindî ve li Cadeya Îstîklala Stenbolê pêk hatî, çalakiya xwe ya vê heftê yanî 573 pêk nanîn. Dayikên Şemiyê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kirin ku divê dewlet demildest dev ji polîtîkayên xwe yên qetlîaman berde û wiha gotin: "Divê demildest ji bo Tirkiyeke aştîxwaz, demokratîk û mafên mirovan nas bike têkevin helwdanan."

Dayikên Şemiyên çalakiyên xwe yên ku her hefte ji bo xizmên xweyên ji aliyê dewletê ve hatine windakirin ji ber teqîna li Cadeya Îstîklala Stenbolê ji aliyê bombeya zindî ve pêk hatî betal kirin. Dayikên Şemiyê cara yekem çalakiya xwe ya lêgerîna edaletê di hefteya 573 de pêk nanîn. Dayikên Şemiyê û Komîsyona Windahiyan a ÎHD'ê têkildarê rewşa heyî de daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniya nivîskî de diyar kirin ku îro di çalakiya wan a 573'an de saetek beriya ku nêzî qada çalakî pêk dianîn teqîn pêkhat, di encama teqîna bombeya zindî de 5 kes jiyana xwe ji dest dane û bi dehan jî birîndar hene û da zanîn ku dawiya navnîşana wan êrîşan ji Sûrê heta Enqerê û Cadeya Îstîklala Stenbolê bû.

'Tiştên malbat dijîn herî baş em zanin'

Di daxuyaniyê de hat gotin ku tiştên malbatên ku xizmên xwe winda kirine herî baş ew zanin û ev tişt anîn ziman: "Em êrîşa îro şermezar dikin û ji bo kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane şînê digirin. Em çalakiya xwe ya vê heftê ji ber cihê ku me çalakî pêk dianî dikeve nav cihê bûyer lê qewimiye pêk neynin."

'Divê dewlet dev ji polîtîkayên qetlîamê berde'

Di daxuyaniyê de balkişandin ser polîtîkayên hikûmetê û wiha domandin: "Aram û ewlehiya civakê encax cihên ku edalet û mafên mirovan hebe tê kirin. Hikûmet erka xwe ya li hemberî civakê bi cih bîne û ji bo astengkirina çalakiyên me jî hincetan negere. Divê dewlet demildest dev ji polîtîkayên xwe yên ku dibe sedema mirinan berde. Divê demildest ji bo Tirkiyeyeke demokrat bikevin nava helwdanan."

Her wiha ji ber teqîna îro hemû çalakiyên Taksîmê hatin betalkirin.

(ea/zt)