HDP û DBP'a Colemêrgê ji bo Geverê banga lezgîn kir
18:37
JINHA
COLEMÊRG - HDP û DBP'a Colemêrgê ji bo rewşa Geverê û rizgarkirina welatiyên dibin kimyabaranê de banga lezgîn kir.
Li Geverê êrîş û qedexeya derketina kolanan berdewam dike, hêzên dewletê li taxan kimyasal bikar anî û 30 welati bi kimyasalê qetilkirin. HDP û DBP'a Colemêrgê bi daxuyaniyekê ji bo xwediderketina li Geverê banga lezgîn li gel kir. Di daxuyaniyê de Hevserokê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ê Huseyin Armut axivî û got: "Li Geverê qedexeya derketina kolanan ev 6 rojin berdewam dike û divê gelê Colemêrgê li hemberi vê bihestiyarî tevgere û çalakiyên demokratik pêk bîne. Her şev seat 20.00'an 5 deqiqeyan çalakiya deng derxistinê pêk bine. Her wiha sibê seat 12'an li ber avahiya DBP'ê dê civina gel lidarbixinin. Em bang li hemû gelê xwe yê Colemêrgê dikin ku tevlî civînê bibin."
(zyd/zt)