Şervanên YPJ:Bi rûhê vejîna Newrozê em ê gelê xwe biparêzin

09:09

Ebîr Ehmed-Zehîde Ehmed/JINHA

HESEKÊ/KOBANÊ - Şervanên YPJ'ê ên ku di eniya şer de dimînin, Newroz li tevahî jin gel pîroz kirin û diyar kirin ku ew ê Neworza îsal bi rûhê Arîn û Zekiyeyan pêşwazî bikin.

Roja vîn, têkoşîn û berxwedana gelan Newroz ji her demê bêhtir bi coş û kelecan tê pêşwazîkirin. Newroz weke hatina biharê, mizgîniya sala nû, mîna xwezayê dema xwe nûkirina mirovan tê zanîn. Newroz di lîteratura gelan de navê guherîn, nûbûn, paqbûn û derbasbûna ji astekê ye. Newroz di heman demê de sembola têkoşîna li dijî zext, înkar, tinekirin û qirkirinê ye. Pîrozbahiya serketina têkoşînê ya ku Kawayên Hesinkar serî li ber Dehaqan netewandine û ew têk birine. Agirê Newrozê îro jî li Kurdistanê pêketî ye. Çawa ku Kurdan berxwedana xwe li dora agirê li çiyê, deşt û bajaran jiyan, îro jî Kurdistan veguheriye qada Newrozê. Şervanên YPJ'ê ên li eniyê şer hember çeteyên DAIŞ'ê berxwedidin Newroz li tevahî gelên azadixwaz pîroz kirin û diyar kirin Newroza îsal dê bibe wesîleya azadiya tevahî gelan.

'Em ê bi rûhê Mazlûm û Zekiyeyan Newroz pêşwazî bikin'

Endama Tabûra Şehîd Zîlan Tolvîn Hesekê, despêkê axaftina xwe de Newroz li gelê Kurdistanê pîroz kir û wiha got, "Newroza îsal dê bi xwe re serketinên mezin bîne. Her çend wek gelê Kurd em di nav şereke giran de ne, li Rojava û Bakûrê Kurdistanê li ser gelê me êrîşên tund têne kirin, lê belê em ê bi rûhê berxwedaniya Mazlûm Dogan û Zekîye Alkan vê Newrozê pêşwazî bikin. Ligel şehadeta rêhevalên me jî, dê moralê me her berz bimîne û em ê bi menewiyateke bilind têkoşîna xwe bigihînin serketinê. Bi vê baweriyê ez dubare Newroza gelê me pîroz dikim."

'Gel dê di Newrozê de bersiva komkujiyên li Bakûr bide'

Şervana YPJ'ê Bengî Welat jî wiha got: "Newroz ji bo gelê Kurd rojeke pîroz e. 21'ê Adarê berxwedanî û serketinê vejîn dike. Em wek hêzên YPJ'ê jî Newrozê girîng û watedar dibînin. Newroza îsal ji bo Bakûrê Kurdistanê jî xwedî wateyek cuda ye. Di mehên dawî de êrîşên hovane li ser gel pêk hatin, dewleta Tirk qetlîam kir, lê belê di Newrozê de dîsa gelê me dê nîşan bide ku bi rûhê berxwedanê têkoşîna xwe zêdetir dike û tu qedexeyan nas nake. Di dawiyê de ez Newrozê li tevahiya gelê Kurd û jinan, bi taybet jî rêhevalên xwe ku di çeperên şer ên pêş de kedeke bi mînak didin pîroz dikim. Ev Newroz dê azadiyê ji gelê Kurd û Rêber Apo re bîne. Divê Newroza îsal bibe lûtkeya berxwedaniyê. Bi vê baweriyê em ber bi Newrozê ve diçin. Di vê mehê pir rêheval şehîd bûne em wan jî bi bîr tînin û dibêjin em amade ne ji bo biserketina şoreşê heya dawiyê têkoşînê bilind bikin."

'Bi rûhê vejîna Newrozê em ê gelê xwe biparêzin'

Şervana YPJ'ê Hebûn Hisên jî diyar kir ku Newroz bi meşaleya azadiyê cîhanê ronî kiriye û wiha domkir, "Ez di serî de şehîdên Newroza Hesekê ku par di teqîneke terorîstî de şehîd bûn, bi bîr tînim. Em wek YPJ'ê dê tola hemû şehîdên xwe hilînin. Em bi tu awayî êrîşan natirsin û em ê parastina gelê xwe û jinê bi rûhê Newrozê ango rûhê vejînê bidomînin."

''Em ê xeyalê Rêber Apo a li ser Sûrên Amedê pêk bînin'

Şervana YPJ'ê ya Kantona Kobanê Şîlan Gabar Newroza gelê Arî pîroz kir û dest bi gotina xwe kir, "Di dîrokê de jî Newroz tê wateya berxwedaniyê. Newroza me gelê Kurd bi têkoşîna ku Rêber Apo û Bizava Azadiya Gelê Kurd daye destpêkirin wateya xwe nûjen kiriye. Ev yek gihîştiye roja me ya îro. Ew agirê ku Kawayê Hesinkar li dijî Dahaqan vêxist bi Kawayê Hemdem heya Mazlûm Dogan gihîşte vê sedsalê û ji bo gelê Kurd bû sembola azadiyê. Sala borî piştî rizgariya Kobanê bajêr hîna piranî wêrane bû û hejmara gel jî ne pir bû, şereke pir mezin pêkhatibû û şopên wê li ser her derê xuya dikir. Lê piştî salekê piraniya cihên xirabûyî hatin rakirin, piraniya gel vegeriya ser axa xwe û ji wê jî girîngtir me pir zû karî em jiyana xwe ya nû avabikin. Ji bo ev rojên xweş werin hevalên pir birûmet wek Rêvan û Arînan çalakiyên fedayî pêk anîn. Em ê jî di her roja şadî û cejnê de dubare wan bi bîr bînin. Lewma em bi têkoşîna ku wan meşandin, serbilind û kêfxweş in."

Şîlan hêviyên xwe ji bo Newroza îsal jî wiha anî ziman, "Em hêvîdarin ku bi wesîleya vê cejnê bikaribin têkoşîna azadiya Rêber Apo bi ser bixin û xeyala wî ya li ser Sûrên Amedê pêk bînin. Em dubare soz didin ku ji bo welateke rizgarkirî û Rêbertiyeke azad têkoşîna xwe bilind bikin."

Şervana YPJ'ê Cîhan Rojava jî wiha hestên xwe parve kirin, "Di destpêkê de ez cejnê li hemû hevalan û gele me pîroz dikim. Em di wê baweriyê de ne ku bi serketinên gelê Kurd bi taybet jî hêzên QSD, YPJ-YPG'ê re dê Newroza îsal bi coşeke mezin bi rûhê serhildanê pîroz bibe."

'Agirê Mezlûm, Rehşan û Zekiyeyan ji bo azadiya gel hat pêxistin'

Şervana YPJ'ê Gulan Cesûr jî wiha got, "Di serî de ez Newrozê li gelên herêmê û taybet li gele Kobanê pîroz dikim. Newroz ji bo me gelek bi wate ye, ji ber bi agirê bedena Mezlûm, Sema, Rehşan û Zekiyeyan geş dibe. Ev agir ji bo gelê Kurd ji zilma dagirkeriyê azad bibe hate vêxistin. Ji bo ku gelê Kurd ronî bike, ev agir hate vêxistin. Jixwe di dîrokê de jî Newroz wek roja rizgariya ji zilmê pênase dibe. Em ê têkoşîna dîrokî bidomînin. Wek şervanên YPJ'ê ji bo parastin û azadiya jin her tim em ê têkoşîn û berxwedana xwe derînin asta herî jor."

(en/rc)