Şengê li Çiyayê Şengalê bi jinênan re civiya
09:09
JINHA
ŞENGAL - Dayîka Şengê ya ku ji Ewrupayê berbi Çiyayê Şengalê ve ketî rê bi jinên Êzidî re civiya. Şengê şanaziya xwe ya li warê pîroz Êzidîxanê anî ziman û got: "Ji bo me jinan rêxistinbûn ji nan û avê zêdetir giringe. Em jin dema rêxistin bibin dê her demê serketin ya me be."
Dayîka Şengê serdana jinên Çiyayê Şengalê kir. Jin li derdora Şengê civiyan û bi hev re sohbet kirin. Şengê despêkê şanaziya xwe ya hatina warê Êzidîxanê nîşan da û wiha axivî; "Ez gihiştim axa Êzîdxanê li cem we runiştime ev yeke ji bo min kefxweşiyek mezine. Ji ber her kes dixwaze bê vê axa pîroz jiyana we jinên Şengalê bibîne. Ez jî weke her kesê ji berê de ev daxwazek min a serekebûye, niha ez gihiştim daxwaza xwe. Em jin ji nan û avê zêdetir rêxistinbûn ji bo me pêwîste. Dema ku rêxistina me xurtbe emê biserkevin. Rêber Apo bi hêza jinê bawerkiriye û derfetên rêxistinbûnê daye. Li ser wê jinan xwe li her deverê rêxistinkiriye. Li her deverê jin dinava hewildanên mezindenin."
Jinên Êzidî jî kêfxweşiya xwe ya ji bo hatina Şengê anîn ziman û wiha axivîn; "Em di serî de xêrharina we dikin. Em bi hatîna we gelek kêfxweşbun. Em ji axa Êzidxana pîroz heya Îmralî silav û heskirinên xwe ji Rêber Apo re dişinin. Ji xwe berê rêxistina me jinan li vir tûnebu û em bê rêxistinbûn. Em di fermanek giran re derbasbûn, gelek jin û keçên ciwan hatin revandin û ji bo nekevin destê çeteyên DAIŞ'ê dawî li jiyana xwe anîn. Em wek jinên vêderê gihişti wê baweriyê ku ji ber rêxistina me tunebu em di fermanek giranre derbas bûn. Di dîrokê de her dem civakên rêxistina wan neyî rastî fermanan hatine. Ji ber bi salane em li ser vê ardnîgariyê jiyan dikin, dijmin em fêrî bê helwestbunê kiriye. Heya niha me ji bo xwe ti tişt nekiriye. Em her dem di hundurê malê mane û em ji mala xwe derne diketine."
Piştî fermanê hezên me yên leşkerî hatin avakirin, her roja derbas dibe bejdarbuna nav refên YJŞ bêhtir dibe. Em ne wek berêne, em êdî ti bendan li pêşiya xwe nasnakin. Her dema derbasdibe emê hin xurt bibin. Em di wê baweriyê de ne ku em bigihin astekî wisa emê tola jinan hemuyan rakin. Ji xwe ev yek ji biryara konferansa YJŞ ye ji vir şunde çibê xwestin em ameden. Ji xwe meclisa me ya jina jî hatiye avakirin, xwebatên me rêk û pêk dimeşe û perwerdên me yên siyasî jî hene. Herî zêde pewîstiya me bi perwerda fikrî heye ji bo em carekdin van rojan nebinin. Emê xwe perwerde bikin ya herî pêwîst ji bo me eve. Çawa Rêber Apo evqas derft ji bo azadiya jinan daye avakirin, emê jî weke jinê Êzidxan tekoşîna ji bo azadiya Rêbertî bidin meşandin. Em di wê baweriyê dene ku em li ser axek azad bi Rêberê xwe re werin cem hev. Ew roj nêze, ne dure."
(kom/zt)