Jinên Êzidî bertek nîşanî qetilkirina jina Êzidî dan
09:11
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN - Endama Komeleya Êzidî di derbarê qetilkirina jina Êzidî ya bi navê Şîlan Hesen de nirxandin kirin û gotin ew ê li hember qetilkirina jinan têkoşîna xwe bilind bikin û rêxistinbûna xwe xurt bikin.
Di 13'ê Adara 2016'an de li Hannovera Elmanyayê jinek Êzidî a bi navê Şîlan Hesen di nava dewatê de hat qetilkirin. Jinên Êzidî û endamên Komeleya Êzidî ên Kantona Efrînê bertek nîşanî qetilkirina Şîlan dan û şemezar kirin. Endama Komeleya Êzidiyên Efrînê Rehîme Dado di despêkê de qetilkirina Şîlan şermezar kir û wiha got, "Destpêkê, ez wek jinekê, şîdet û kuştina jinan bi tundî şermezar dikim. Kuştina Şîlan jî mînaka herî dawî ye, gelo mirovahî li ku maye? Çanda qirkirina jinan ne parçeyek ji çanda Kurdan e, bi demê re bandora desthilatdariyê û çanda baviksalarî ev yek derbasî nava civaka me kiriye. Ji bo ku em vê çandê ji nava hemû civakan, ne tenê civaka Kurd rakin, divê em têkoşînekê bêhempa bidin meşandin û kesên sûcdar werin cezakirin. Em soz didin heya dawiyê em ê ji bo rizgarkirina hemû jinan ji desthilatdariya zilamê fêrbaz têkoşîna xwe bilindtir bikin."
Medya Çawîş ku cihê xwe di komeleyê de digire derbarê kuştina jinan de wiha nirxandin kir: "Em kuştina jinan bi giştî şermezar dikin û di kesayeta Şîlan de em ê têkoşîna xwe li beramberî kevneşopiya desthilatdariyê ku her tiştî ji zilam re rewa dibîne, xurt bikin da ku jin bighêje azadiya xwe."
Nesrîn Kilye jî wiha got, "Çiqas bûyerên bi vî rengî çêbibin jî têkoşîna me li hember desthilatdariya zilam ranaweste, ji bo xelaskirina jinan ji vê rewşê hîn zêdetir em ê perwerdeyan xurt bikin. Jinan di bin navên cuda de qetil dikin û qetilkirin tê rewa kirin. Çi bi navê ol û çi bi navê edet û teqalîdan vê yekê bikin, ev yek nayê pejirandin. Em her cure şîdeta li ser jinê şermezar dikin."
(hs/rc)