'Cenevre 3'ê bêy Kurdan ew ê bi ser nekeve'
09:12
Jînda Azad/JINHA
TIL TEMIR- Endama Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Emel Elo da diyar kirin ku, bê kurdan ne gengaze e ku Cenevre 3'ê biser bikeve û got, çi biryarên ku derkevin jî wê nûnertiya Kurdan neke.
Gotûbêjên derbarê Cenevre 3. de germahiyê xwe di rojevê de digre. Ji ber ne tevlîkirina nûnerên Kurd bertek her ku diçe ji gel zêde dibe. Derbarê mijarê de Endama Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Emel Elo nirxandin kir û diyar kir ku bêy kurd Cenevre 3. ne gengaze encam bigre û wiha got, "Wekî ku Cenevre 1 û 2 bi beşdarnekirina Kurdan biser neket, wê Cenevre 3'ê jî qet bi ser nekeve. Qet ne gengaze ku aloziya Sûriyê bêyî Kurdan çareser bibe."
Emel îşare bi rola Tirkiyê di kûrkirina alozî û neçaresriya di Sûriyê de jî kir û wiha domkir: "Wek herkes dibîne Tirkiyê bi rêya ragihandinê dixwaze ku Encûmena Opozisyona Sûriyê wekî nûnerê gelê Sûriyê bide nîşandan, lê opozisyonê di şoreşê de projeyên ku Sûriyê ji rewşa şer derxîne qet pêş nexistiye. Berovajî wê ji bo berjewendiyên xwe ango berjewendiyên Tirkiyê û hin dewletên din pêkbîne piştgiriya çeteyan heya dawiyê kiriye. Di vir de jî pirsa ku çawa dê opozisyoneke bi vî rengî nûnertiya gelê Sûriyê bike, derdikeve holê. Pir eşkereye ku Tirkiyê şer gur dike, krîzê kûrtir dike."
Emel wiha dawî li gotina xwe anî, "Sîstema ferderal çareseriya herî rast e ji bo avakirina Sûriyeke Demokratîk ku hemû netewan di nava xwe de bihewîne û mafê wan di Sûriya pêşerojê de biparêze. Lewma divê Kurd û gelên Herêmê xwedî li vê projeyê xwe derkevin."
(hs/rc)