'Em ê Newrozê veguhêzin Newroza berxwedanê'

09:13

JINHA

AMED - Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer anî ziman ku amadekariyên Newroza Amedê a ku her sal bi milyonan mirov tevlî dibin ber bi xelasbûnê ne û got ku ya herî giring ji bo wan ewlehiya welatiyên tên Newrozê ye.

Gel wê îsal li hember qedexeyan bi şiara "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" derkevin qadan. Newroza Amedê ya gelerî ku her sal bi milyonan kes tevlî dibe wê roja 21'ê Adarê bê pîroz kirin. Ji bo qada Newrozê hemu ewlehî û destur amedene. Wê 121 wesayît ji 27 rawestgehan gel bi gihînin qadê. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer diyar kir ku xebatên ji bo Newrozê bi lêzgînî li Parka Newrozê ya Rezan berdewam dikin. 10 rojin Komîteya Amadekar a Newrozê ji bo ewlêhiya gel xabatên xwe didin meşandin.

'Hunandina pêşerojê di destê me de ye'

Gulşen balkişan ser berxwedana Newroza dîrokî û got ku ji bo wan ya herî girîn ewlehiya gele û wiha berdewam kir: "Ji bo gel rehet be li qadê hemu komîte heya vega jî xebatên xwe berdewam dikin, bi teybêtî xebatên ewlêhiya gel tên meşandin. Em bangî gelê xwe dikin bila roja 21'ê Adarê berxwedana Newrozê bilin bikin. Hunadina pêşerojê di destê me de ye û em ê bi vê peyamê li hember êrîş û qatlîmên dewletê bisekinin. Ew tucar nikarin me xilasbikin. Em ê li hember qatlîama li qada bin."

'Em ê Newrozê veguhezin Newroza berxwedanê'

Gulşen anî ziman ku ew weke Komîta Amedekar a Newrozê ji roja pêşî haya vega di nava xebatan de cih digrin û wiha axaftinên xwe bi dawî kir: "Em ê Newrozê veguhezin Newroza berxwedanê. Em ê bi gelê xwe re dengê azadiyê û berxwedanê agirê Newrozê vêxin. Ji bo gel bigihîje qada Newrozê me ji 27 westangiha121 wesaît bi peywir kirine, wê rojê hemu wesaît bêpere bin ku gel were qada Newrozê."

(dt/zt)