4 xwişk di berxwedanê de ne
09:14
Sarya Gozuoglu/JINHA
AMED - Ji jinên girtî ên surgunê girtîgehên Îzmir û Sîncanê hatine kirin Sultan Atabay û xwişka wê Behiye Alabalike. Sultan û Behiye xwişka wan Fatma jî di girtîgehê de ye û xwişka wan yê biçûk Mizgîn di encamê pevçûnê de jiyana xwe ji dest dide.
Piştî ku ji Girtîgeha Girtî a Tîpa D yê Amedê 6 girtî revîn, li hember girtiyên din tundî û binpêkirina maf zêde bûye. Di 7'ê Adarê de ji Girtîgeha Tîpa D yê Amedê nêzî 30'î girtî surgunê Osmaniya û dûvre Îzmîr û Bandirmayê hatin kirin. Di 13'ê Adarê de jî di navde nûçegihana JINHA'yê Bêrîtan Canozer jî heyî 18'e jinên girtî ji Girtîgeha Tîpa E surgunê girtîgehên Bakirkoyê, Gebze, Sîncan û Şakranê hatin kirin. Ligel ku agahî demek dirêj ji malbatên girtî re ne hat dayîn, gelek girtî di greva birçîbûnê de ne. Ji girtiyên jin Sultan Atabay û Behiye Alabalik xwişkê hevin. Bavê Sultan û Behiye Mehmet Şerîf Atabay diyar kir ku pirsgirêkê jinên girtî ên tenduristiyê jî heye.
'Du keçê min bi hevre hatin girtin'
Mehmet Şerîf da zanîn ku 3'ê keçê wî girtîne û du ji wan hatine surgun kirin û wiha domkir, "Keça min Fatma 24 saliye û li zanîngeha Dîcleyê beşa mamosteya Dîrokê dixwand. Piştî ku hevalê wê Aydin Erdem hat qetilkirin, bi hinceta tevlî meşê merasîmê bûye berî 5 sal doz hat vekirin û berî 15'e roj cezayê wê hat erêkirin. 10 sal cezayê girtîgeh lê birîn."
Mehmet Şerîf anî ziman dozgerî banî Fatma kiriye û got ew li vir hînbûye ku biryarê girtîbûnê lê hatî birîn û wiha pêde çû, "Keça min li gel dozgerî destê wê xistin kelepçê û birin girtîgehê. Wê demê li kêlek min xwişka wê Sultan (45) hebû. Sultan berî niha jî 2 sal û 3'ê heyv li girtîgehê mabû û ji ber dozek wê ya kevin ji nûde hat darizandin."
'Me zanîba dê surgun bikin em ê çûbana dîtina wan'
Mehmet Şerîf diyar kir ku Fatma hîna li Girtîgeha Girtî a Tîpa E yê Amedê ye û keça wî Sultan surgunê girtîgeha Tîpa F yê Sîncanê hatî kirin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Sultan nexweşbû, canê wêde birîn vedibûn, diviya li vir bihata derman kirin. Ligel wê pere jî nînbû bê agahiyê me surgun kirin û birin Enqerê. Niha pêdiviyê wê bi çi heye li wir em nizanin. Temenê min jî mezine ez ê çewan her dem biçim heya Enqerê. Me zanîba dê surgun bikin em ê çûbana dîtina wê."
'Berî demek gurçikek Behiyê hatibû standin'
Mehmet Şerîf qala keça xwe Behiye Alabalik kir û da zanîn ku 7 sal ceza jêre hatî birîn û ew jî ji girtîgeha Mêrdînê surgun kirine û wiha pêde çû, "Behiye jî ji Mêrdînê surgunê girtîgeha Alîaga yê Îzmîrê kirin. Behiye nexweşbû, gurçika wê ne dixebitî û berî vê bi demek hatibû emeliyet kirin. Gurçikek wê hatibû girtin. Her wiha zewicî û xwedî 3'ê zarokane. 7 salin ez zarokê wê xwedî dikim. Bi vî halî ketina riyên dirêj êdî ji min re jî giran tê."
Mehmet Şerîf bilêvkir ku tu tundî ew ê wî ji têkoşînê sar neke û wiha got, "12'e keçê min hene û 3'ê ji wan girtîne. Keça min yê herî biçûk Mizgîn (Berçem Amed) tevlî refê PKK'ê bibû. Di Kanûna 2012'an de şehîd ket. Ez jî du car ketim girtîgehê û min gelek îşkence dît, lê cardin aştî dixwazim."
'Em ê her dem li hember zilmê bin'
Mehmet Şerîf di dawiya gotina xwe de anî ziman ku ew dixwaze zilm û tundî ên li hember gelê Kurd pêk tên bi dawî bibe û wiha berdewam kir, "Ji bo aştî her dem me têkoşîn kir. Ligel ku em tên qetilkirin em dibêji aştî. Çima ewqas di şerde tê îsrar kirin. Em dixwazin tevahî gelên li Tirkiyê azad bijî. Zarokên min girtîne ez ne li pay tolhildanê me. Em ji bo rûmeta mirovahiyê dijîn. Ji ber vê em dijî zilmê ne. Divê zarok tev serbest bên berdan. Em ê her dem li hember zilmê bin. Em li berxwedidin ji ber vê serkeftin dê yê me be."
(rc)