Jinên Sêrtê: Roja 21'ê derê me girtiye em li Newrozê ne
09:55
JINHA
SÊRT - Jinên Sêrtê banga tevlîbûna Newrozê kirin û gotin: "Roja Newrozê em ne li malê ne. Roja Newrozê ti jinên Sêrtê li malên xwe namînin, emê hemû dakevin qadan. Newroz ji bo me berxwedane, emê bi wê hişmendiyê dakevin qadan."
Li qel qedexekirinan jî li Kurdistan û Tirkiyê pîrozbahiyên cejna Newrozê berdewam dikin. Jinên Sêrtê jî diyar kirin ku dê bi giyana salên 90'an dakevin qadan. Jinan dan zanîn ku dibin îskence, zilm û zorê de kurdan her dem Newroza xwe pîroz kiriye û dê bi heman kelecanê di 21'ê Adarê de bi kincên xwe yên rengîn li qada Newrozêbin. Ji jinên Sêrtê Mevude Taşçi bilêv kir ku dê jinên Sêrtê bi rengê xwe dakevin qada Newrozê û wiha domand: "Hemû yên ji xwe re kurd dibêjin divê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin. Di demên herî qedexe de jî me bi berxwedanek mezin Newroz pîroz kiriye, emê îsal jî biheman şêweyî pîroz bikin. Ez bang li hemû jinên Sêrtê dikim ku sibê em bi hev re bi deng û rengên xwe dakevin qada Newrozê. Em jin natirsin, emê bi tilîliyên xwe bi giyana salên 90'an li Newrozêbin."
'Emê derê xwe kilît bikin û dakevin qadê'
Emine Taşçi jî anî ziman ku dê qada newrozê bi rengê xwe dagirin û wiha berdewam kir: "Emê jinên Sêrtê jî weke deverên dinê yên Kurdistanê li qada Newrozê bin. Roja Newrozê derê me girtiye, ji ber em hemû li pîrozbahiyê ne."
'Em di vê Newrozê de jî dengê xwe bigihînin hemû deveran'
Leyla Kaçar jî destnîşan kir ku dê Newroza îsal ji ya her salan zêdetir bi kelecan derbasbikin û wiha dom kir: "Ji bo xwedîderketina li şehîd, tekoşîn û girtiyên xwe emê sibê li qada Newrozê bin. Emê di vê newrozê de jî deng û daxwazên xwe bidin bihîstin."
'Roja Newrozê ti jinên Sêrtê di mal de namînin'
Ayşe Erbek jî anî ziman ku roja Newrozê dê ti jinên Sêrtê li malê nemînin û wiha pêde çu: "Dê Newroza îsal bibe wesîleya aştiyê. Roja Newrozê emê hemû jinên Sêrtê li qadêbin. Ji bo me Newroz serhildane, bi wê giyanê emê li qadanbin."
Hediye Erdogan jî da zanîn ku Newroz cejin û berxwedane ji bo wê jî dê li gorî giyana wê pîroz bikin û wiha axivî: "Serketin û azadiya meye. Emê di roja Newrozê de vê ji bo hemû cîhanê bêjin. Em alîgirê aştî û azadiyêne û emê vê li qadan bînin ziman. Bi qedexeyan nikarin vîna gelê kurd bişkênin. Li gel hemû îskence, tindî û zoriyan jî me Newroz pîroz kiriye. Ti qedexe nikarin me bidin sekinandin. Me her demê serê xwe rakiriye û emê herdem berdewam bikin. Qedexe nikarin me bisekinînin li her devera Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin."
(zt)