Li Hewramanê bi çanda resen agirên Newrozê
10:05
JINHA
KAMIYARAN - Li gundê Palgan ê Hewremanê pîrozbahiyên cejna Newrozê bi meşa jinan a meşaleyî û vêxistina agir despêkir.
Her sal Herêma Hewreman li gorî çanda xwe ya kevnare, cil û bergên xwe yên herêmî cejna Newrozê pîroz dikin. Li Hewreman her dem cejna Newrozê bi pêşengiya jinan tê pîrozkirin. Îsal jî pîrozbahiyan li gundê Palgan ê Herêma Hewraman a bajarê Kamiyaran a Rojhilatê Kurdistanê despêkir. Despêkê jinên Hewreman bi kincên xwe yên gelerî li nava gund meşek meşaleyî kirin. Meşaleyên di destê jinan de li gel cilên wan ahengek xweş û li hev hatî nîşan dida. Ew jî resenî û xweseriya herêmê nîşan dide. Piştî ku meşa jinan qediya êdî welatiyên herêmê ber bi qada Newrozê ve herikîn û agir vêxistin. Pîrozbahiya bi meşa jinan a meşaleyî û vêxistina agir despêkirî berdewam dike.
(şb/zt)