Jinên Qoserê: Bê xwestin emê bi bedena xwe agirê Newrozê pêxin
10:33
JINHA
MÊRDÎN - Jinên Qoserê bertek nîşanî biriyara Waliya qedexekirina cejna Newrozê dan û gotin: "Ger me serî li hember qedexeyan danîbana me dê berî 30 sala daniyan. Jinan bi bedena xwe agirê Newrozê vêxistiye. Bê xwestin emê agirê Newrozê bi bedena xwe vêxin."
Waliyê Mêrdînê li navçeyê haya 30 rojan wek hemu civîn, meş, daxwyaniyên çapêmeniye, mitîng û vekirina stanta qadaxa kiriye. Jinên Qoserê bertek nîşanî biryara Walîyê ku roja 21'ê Adarê cejna Newrozê qadaxe kir û wiha berdewam kirin: "Em bi salan rastî qadaxa tên. Eger me qedexe nasbikirana tu wataya têkoşîna me nedima. Qedexe ji aliyê gel ve be hikuma, nederbasin, nasnake û em ê pîroz kirinan hata biharê berdewam bikin. Tu kes nikarê asteng bike."
'Em ê bersiva qedexa bi agirê Newrozê bidin'
Ji jinên Qoserê jina bi navê Senem Balî got ku dixwazin rihê têkoşîna wan bi qedexeya Newrozê bişkênin lê mixabin şaşin û wiha lê zêde kir: "Li navçe bajer û tevahiya Mêrdînê Newroz qedexe kirine, armnca dewletê ewe serhildan û têkoşîna gel asteng bikin, bi têybetî ev biryara qedexe ji bo wêye. Em vê biryarê tucar qabûl nakin. Em hemu jin van qatlîmên ku li ser vê axê tên kirin dibînin û em ê li hember wê agirê Newrozê geş kin. Êdî nişana ku pêvajo berbi ku de diçe jî dewlet dizanê û ji bo wê jî serî li qedexe yên Newrozê dide û êrîşî gel dike."
'Divê rê de em berbi şoreşê ve diçin'
Senem anî ziman ku wateya hatina Newrozê berxedana jinane û wiha berdewam kir: "Jinan Newroz bi agirê bedena xwe vêxistiye. Wê îro jî wiha berdewam bike. Eger hewcabe em ê dîsa agirê Newrozê bi bedena xwe vêxin. Ji bo ku em agirê Newozê mezin bikin em ê tax tax û navçe navçe pîrozbahiyên Newrozê berdewam bikin. Pîrozbahiyên Newrozê 21'ê Adarê wê li hemu qada bên pîroz kirin. Newroz bi tu şeklî nayê qedexe kirin. Qedexe ji aliyê gel ve bê hikumin, nedarbasdarin û nayên nasîn. Em ê hatina biharê bi gelê xwe re bi pîrozbahiyan berdewam bikin. Tukes nikare Newroza me asten bike. Ji ber ku em dive rê de berbi riya şoreşê diçin. Ev tirsa dewletê ku qedexe dike zane ku em çiqas nêzî şoreşê bûne."
'Em ê serî li ji qederan nedin'
Sebahat Irmak jî daxwuyan ku ew li hember hişmendiyek ku hatina biharê qedexe dikeyîn û wiha gotinên xwe ber bi dawî bir: "Ev 30 sale ku gelê kurd rastî astêngiya dewleta tirk tên. Dewletê çi ji van astêngiyan fem kir? hîn jî qedexe berdewam dikin. Heya kengî di fikirin ku qedexe berdewam bikin? Eger me ji qedexeyan re serî danîba berî 30 salan me yê serî tewandibana. Bila ji me netirsin, heya niha me çawa cejna Newrozê pîroz dikir em ê ji vir û pêde jî bi heman rihî Cejna xwe ya Newrozê pîroz bikin. Eger pewist bê em ê li ber derê mala xwe jî cejna Newrozê pîroz bikin. Eger hemu gel li qada Newrozê cejnê pîroz bike qedexa dewletê vala derdikeve û tê wateya ku gel qedexeyan nasnakin."
(dt/zt)