Şahida ji Rojiya Mirinê heta Operasyona ‘Vegera Jiyanê: Murvet Kuçuk
11:07
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Şahida Rojiya Mirinê ya sala 1996’an û operasyonên Vegera Jiyanê rojnameger Murvet Kuçuk tiştên ku wê demê hat jiyîn vegot. Murvet da zanîn ku di wê demê de rêhevalek wê bi awayekî pir dijwar rastî tunidyê hatiye û xwe avêtiye ser wê wiha vegot: “Ez wê rojê ji bîr nakim. Qîrîna wê ya ‘Heval çi dikin bi te’ ez hêjî ji bîr nakim. Buyera yek ku min ji bîr nekiriye jî qîrînên rêhevalên me yên ku xwe şewitandibûn.”
Giştînameya Darbestê… Berxwedan, jiyan, mirin. Mehmet Agar ku di 6’ê Gulana 1996’an de Wezîrê Edaletê ya Hikûmeta Refah û Rê bû û wê demê ku ji girtiyan re darbest digot û ji bo pêşiya neqilkirina Girtiyên li Girtîgeha Tibê ya Taybet a Eskîşehîrê weke giştînameyek weşandibû. Piştî ku li girtîgehê çewisandinek nû dihat, Koordînasyona Navendî ya Girtîgehan hat avakirin. Koordînasyona ku di navbera wan de PKK, DHKP-C, MLKP, TKP(ML), TKEPL, TKP/ML, TDP'iyan hebûn, ji 33 girtîgehan 500 girtî giştînameyek belav kir û greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger da destpêkirin.
Girtina tabutên eskîşehîr, Kastamon, Înebolu, Kiriklarelî, Kutahya, Sînop û Sakaryayê.
Di encama rojiya mirinê ya 69’an de 12 girtî jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku daxwazên wan hat qebûlkirin şûn ve û disa piştî êrîşên ku dest pê kirin şûn ve di 20’ê Cotmeha sala 200’an de girtî dîsa ketin girevabirçîbûnê. Piştî ku vekirina girtîgehên Tipa F ketin rojevê Serokwezîrê we demê Bulent Ecevît got, “Heta em pirsgirêkên girtîgehan çarer nekin, Em nikarin bikevin Yekitiya Ewropay” li ser vê girî xwestin ev girtîgeh neyên vekirin û protokala 3 ya di çarçoveya Tekoşina bi Terorê re bê rakirin. Li dijî vê yekê, li hemberî girtiyan di 19’ê Kanuna 2000’î de operasyona “Vegera Jiyanê” hat destpêkirin. Di vê êrîşê de di 21’ê Adara 2001’î de yekem Cengîz Soydaş jiyana xwe ji dest da. Di encama êrîş û rojiya mirinê de 122 kes jiyana xwe ji dest dan.
Ji şahidên rojiya mirinê ya sala 1996’an, heta operasyona “Vegera Jiyanê” ji Rojnameya Alinterî Murvet Kuçuk ji JINHA’yê re wê demê vegot.
'Rêbazên îşkenceyê yên sîstematîk anîn girtîgehê’
Murvet ku di dema xwe ya ciwantiyê de li dijî dewletê bênavber têkoşînek mezin da meşandin, 5 caran ketiye girtîgehê. Dema wê ya herî zêde ku di girtîgehan de maye ji sala 1994’an heta 2003’an bûye. Murvet di hemû berxwedaniya girtîgehan de cihê xwe git.
'Giştîname nehat qebûlkirin û greva birçîbûnê hat destpêkirin'
Murvet wan salan wiha vegot: “Di salên 90’î de çalakiyên rojiya mirinê zêde bûn. Piştî cuntaya 12’ê Îlonê tevgerên şoreşger xwe anîn rewşek baş, dewlet ku vê yekê dît dest bi êrîşan kir. Min di sala 1994’an de rê kirin Girtîgeha Buca yê. Rêbazên îşkenceya sîstematîk anîn girtîgehan. Li girtîgehê greva birçîbûnê ya 2 mehan hat destpêkirin. Di sala 1996’an de ku giştînameya Mehmet Agar hat derxistin, deskeftî hatin xespkirin. Hemû girtî giştînameyê qebûl nekirin û dest bi greva birçîbûnê kirin.”
‘Di 19’ê Adarê de amedekariya operasyonên vegera jiyanê hat kirin’
Murvet anî ziman ku di rojiya mirinê ya 1996’an de tu girtî vîtamîna B1 negirt û ji ber wê jî windakirina wan a avê ya laşê wan zêde bû û wiha dom kir: “Di 26’ê Tebexê de ji girtiyên jin endama DHKP-C’ê Ayça Îdîl jiyana xwe ji dest da. Di vê demê de amadkariyên operasyonên Vegera Jiyanê dihat kirin.”
‘Du hevalên me li ber çavên me agir berdan bedena xwe’
Murvet anî zima ku di operasyonên 19’ê Kanunê de wê anîne Girtîgeha Uşakê û ev tişt got: “Ji ber ku girtîgeha jinan bû, tundî kêmtir bû. Li Girtîgeha Bayrampaşayê çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Hevalên me yên jin bêyî ku cilên wan tiştek bibe laşên wan heliya. Gelek hevalên me hatin qetilkirin. Li 20 girtîgehan operasyon hatin destpêkirin. Du hevalên me li ber çavên me bedena xwe dan ber agir.
‘Ez dirûşme û qîrînên kesên ku xwe şewitandin ji bîr nakim’
Murvet balê kişand ser buyerên ku herî zêde bandorê li ser kirine û wiha vegot: “Her girtî ji bo girtiyên din mirinê digirt ber çavan. Em di girtîgeha Bucayê de rastî êrîşên pir tund dihatin. Cihê ku MÎT bi taybet dihatibû. Piştî ku daxwazên me hatin qebûlkirin, ji bo tola xwe hildin êrîşî koguşan dikirin. Êrîşên li dijî jinan pir giran bûn. Hêjî ez êşîn îşkenceya wê demê dijîm. Dema li me dixistin de rêhvalek min li gel ku rastî tundiyek mezin hat jî xwe avêt ser min û min diparast. Ji min re digot ‘Rêhvala min bi te çikirin’ Tiştek ku min ji bîr nekir jî qêrîn û dirûşmeyên hevalên min ên ku xwe dişewitandinbû.”
(aw)