Polîsan mudaxeleyî Newroza Edenê kirin

11:20

JINHA

EDENE - Girseya gel a ji bo pirozbahiya Newrozê li çariyana Karasuyê sekiniyî rastî mudaxeleya polîsan hatin. Welatiyên belavî nava kolanan bûn bi berxwedanê bersiv dan êrîşan.

Di saetên serê sibê de li Çariyana Karasuya Taxa Dagliogluya navçeya Seyhana Edenê bi hezaran welatî ji bo pîrozbahiya Newrozê kombûn. Bi wesayîtên zirxî û TOMA yan dora qada Newrozê girtin û bi bombeyên gazê polîsan mudaxeleyî girseya gel kirin. Bi hezaran welatiyên nerazîbûn nîşanî êrîşan dan, belavî nava kolanan bûn û bi berxwedanê bersiva êrîşan dan. Berxwedana gel li hemberî êrîşan berdewam dike.

(zt)