Pankarta 'Dê Agirê Newrozê Qesrê bişewitîne' li E5'ê daliqandin

11:27

JINHA

STENBOL - Endamen ESP'ê li ser pira rêya E5'ê pankarta mezin a "Agirê Newrozê dê Qesrê bişewitîne" daliqandin.

Li gel ku hikûmeta AKP'ê pîrozbahiya Newrozê qetexe kir jî li gelek navendan bi girseyî Newroz tê pîrozkirin. Li Stenbolê jî ligel walîtiya Stenbolê Newroz qedexe kir jî ji hemû navçeyan gel diçe Newroza ku li Bakirkoyê bê pîrozkirin. Li aliyekî gel diherike Qada Bazara Gel a Bakirkoyê, li aliyê din Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) li pira rêya E5 pankarta "Agirê Newrozê dê Qesrê bişewitîne" daliqandin. Endamên ESP'ê yên pankart vekirin bi lêdanê hatin binçavkirin.

Êrîşî avahiya HDP'ê ya Bayrampaşa kirin

Kesên nasnameya wan nehat diyarkirin şevê din li navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê li dijî avahiya HDP'ê êrîş pêk anîn. Di êrîşê de avahiya ku kes lê tune bû camên wê hatin kişandin.

(dt/zt)