Polîsan Newroza Stenbolê girtin dorpêçê û qartên rojnamegeran şikandin!

11:43

JINHA

STENBOL - Polîsan rawestgehên ewlatî ji bo Newroza bi diruşma "Her der Newroz, her der berxwedan" lêkomdibûn girtin bin dorpêçê û gelek kes girtin binçavan. Li aliyê dinê jî polîsan kartên rojnamegerên nûçedişopandin şikandin û karê wan asteng dikin.

Newroza Stenbolê bi şîara "Her der Newroz, her der berxwedan" li qada Bazara Gel a Bakirkoyê tê pîrozkirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag û yê DBP'ê Kamuran Yuksek dê beşdardi pîrozbahiyê bibe. Li gel hemû astengiyên polîsan gel berê xwe dide qada Newrozê û diherikin qada Bazara Gel a Bakirkoyê. Gelê ku dixwaze bi girseyî bimeşin qadê û li ber avahiya HDP'ê ya Bahçelievler kom bûn, rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan kolana Fevzi Çakmak li trafîkê girt û çûn û hatin asteng kir.

Polîsan avahiyên HDP'ê yên Esenyurt, Bagcilar û Sancaktepe jî dorpêç kir. Welatiyên ku di avahiyên partiyê de jî dema dixwazin derkevin rastî astengiya polîsan tên. Li gel hemû dorpêç û astengiyên polîsan dîsa gel bi derfetên xwe berê xwe dide qada Newrozê.

Qada Bakirkoyê ji aliyê TOMA û maşîneyên zirxî ve hatiye dorpêçkirin. Qada Bazara Gel a Bakirkoyê jî ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Ji rawestgeha Încîrlî ya Munubusan û şûnde hemû rawestgeh di bin dorpêça polîsan de ye. Ketin û derketina Qada Bakirkoyê di kontrola nasnameyan de tê kirin. Gelek kes hatin binçavkirin.

Herwiha polîsan dest danîn ser kartên nûçegihanê Rojnama Ozgur Gundemê Firat Yeşilçinar û nûçegihana JINHA yê Ozlem Çiçek ên ku li Esenyurtê nûçe dişopandin. Polîsan nûçe, dîmen û wêneyên wan reşkirin û kartên wan şikandin.

(zt)