Naîle bi dirunê jiyana xwe ava kir
12:02
Piroz Zırıg/JINHA
DÎLOK- Naîle Çelikay 8 salin li Dîlokê xebata paqijiyê dikir û bû wek mînaka têkoşîna hemu jinan.
Xwiyaye ku merê desthilat di xweze deshilatiya xwe li ser jinê bide meşandin, jin jî li hember wê hişmendiya desthilat mînakên têkoşîna jiyanê didin. Naîle ji wan zarokên ku hîn di temenê 17 salî de bi merêkî ku 8 sal jê mestir te zewicandin. Naîle ji aliyê hevjinên xwe ve rastî tindiya derunî, fîzîkî, zayedî û şîdeta aborî tê. Naîle 12 sale li hember merê ku dixwest jiyana wê bixe nava zordestiyê û jiyana wê jê bistîne, bi destpekirina xebatê jiyana xwe avakir. Naîle li zeviyan xebata wek komkirina sîr, pîvaz û herwkdin xebat kir û 8 salin jî dirutina cilan dike.
Naîle çîroka jiyana xwe wiha anî ziman:
Em bi xwe ji Pirsusê ne, ez 37 salî me. Hîn 17 salî zewîcîm, çaxê ku zewîcîm hevjînê min 25 salî bû. Li Pirsusê me nikarî bû aboriya xwe bikin û ji bo ku ava me nîn bû me nikarî bû erdê xwe avbidin. Ji loma me mala xwe anî Dîlokê. Hevjinê min pir bêhintenge û ne dixebitî. Zarokên min biçuk bûn û min nikarî bû dev ji wan biqarim û herim. Min zarokên xwe girtin cem xwe û dest xebatê kir. Ez di hemu karan de xebitîm wek xabata li zeviyan, hilgirtina keviran û komkirina pîvaz û sîran. Dîsa jî min dev ji jiyanê berneda û ji bo ku zarokên xwe bidin xwendin ez xebitîm. Min tucar ji têkoşîna jiyanê bes nekir. Piştî ku zarokên min dest bi çuna dibistanê kir min nema karî bû herîm li nav erdan bi xebitim. Lê dîsa neçarim divê ez bixebitim. Di qatê bin me de dikanek vala hebû û min makîneyek cil dirunê kirî û dest bi dirutina cila kir. Hevjinê min na xebite, lê ez neçarim bi xebitim û perê ku ez ji vêderê dest dixim dabara mala xwe dikim.
(dt/zt)