Newroz zindîkirina rûhê têkoşînê ye

12:40

JINHA

QAMIŞLO - Bi hatina Newrozê re her kes amadekariyên xwe dike, jin jî ku pêşengtiyê ji her karî re dike xwe bi coş û moraleke xurt ji Newroza îsal re amade dike. Di Newrozê de jiyan tê nûkirin, her der bi rengê biharê û rengê têkoşînê tê xemilandin. Derbarê Roja Nû de jinên Ereb jî kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Cîgira Seroka Mekteba Jinên Ereb Ebîr Ebûd kêfxweşiya xwe bi hatina vê rojê anî ziman û wiha got, "Bi boneya hatina Newrozê ez tevahî gelê Sûriyê pîroz dikim, Newroza îsal wê bi hemû pêkhateyên ve were pîrozkirin. Wê cudabûna Newroza îsal ew be ku hemû pêkhate dê bi hev re vê rojê pîroz bikin. Ez hêvî dikim Newroza îsal bibe dawiya aloziya Sûriyê ku tê de tevahî gel û taybet jinê gelek êş û zehmetî kişandine. Newroz cejina biharê ye, her kes jî bi hatina wê kêfxweş dibe."

Ebîr wiha axaftina xwe domand: "Wekî ku di her qadên şoreşê de jin rêveberiyê dike, wê Newroza îsal bi ruhê jina azad û xurtkirina têkoşînê were pîrozkirin. Em jî wekî jinên ereb vê rojê li gelê Sûriyê bi taybet li hemû jinan pîroz dikin û hêvî dikin ku ev roj bibe dawiya aloziya Sûriyê û despêka rojeke nû ku tê de hemû pêkhate bi ruhê biratiya gelan jiyan bikin û Sûriya azad ava bikin."

Endama Mekteba Jin di Desteya Niştîmanî Ereb Wela Axa jî bi boneya Newrozê wiha nirxandin kir: "Em wekî jinên Ereb bi hatina Newrozê gelê Sûriyê û hemû cîhanê pîroz dikin. Tevî êş û zehmetiyên ku em tê de dijîn moral û coşa me ji bo pîrozkirina Newrozê kêm nebûye. Em ê hemû pêkhate bi hev re vê rojê li Rojava pîroz bikin û bi hev re birînên xwe derman bikin, serkeftin jî dê para me be. Ez vê rojê li hemû dayîkan û bi taybet li dayîkên şehîdan pîroz dikim. Wê hemû jin bi hemû pêkhateyên xwe ve Newroza îsal pîroz bikin û qadan bixemilînin."

(hs-lç-gb/rc)