Li Edenê gel dest bi gerandina govenda berxwedanê kir

13:05

JINHA

EDENE - Li Edeneyê, piştî êrîşa polîsan a li hemberî pîrozbahiya Newrozê, ciwan bi flamayên sor ketin nava qada Newrozê ya ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.

Li Edeneyê bi hezaran kes li gel biryara qedexeyê ya Walîtiya Edeneyê li Xaçerêya Karasû ya taxa Daglioglû hatin cem hev. Lê belê polîsan êrîşî li girseyê kirin. Li hemberî êrîşa polîsan, gel dest bi parastina xwe kir, li kolanan bend danî û lastîk şewitand. Berxwedan li hemû taxan belav bû û jin bi tilîliyên xwe herikîn qada Newrozê. Gel li hemberî êrîşa polîsan paş de gav navêt û polîs ji qada Newrozê derxist. Gel li qada Newrozê agir dada û niha li ber stranan govendê digerîne.

(rc)