Fîgen û heyeta HDP-DBP ber bi Bakirkoyê ve dimeşin
13:17
JINHA
STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek û kesên pê re ber bi Bakirkoyê ve dest bi meşê kirin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek ji ber ku polîsan rojnameger negirtin avahiya HDP'ê ya Bahçelîevlerê di têketina kolanê de daxuyanî dan. Fîgen astengkirina polîsan şermezar kir, li hemberî astengkirina Walîtiya Stenbolê ya pîrozbahiyên Newrozê nerazîbûn nîşan da. Fîgen got ku dê astengî wan bêzar neke. Fîgen anî ziman ku ew ê bi parlamenteran ve biçin Bakirkoyê.
Fîgen da zanîn ku bi hezaran kesên ku ber bi Bakirkoyê derketine rê hatine astengkirin. Fîgen a ku nirxandina "Qedexe be bêzar nake" kir û bi kesên pê re ber bi qada mîtîngê ve derketin rê.
Li aliyê di li Şîrînevlerî endama KJA'yê Gulîstan Aydin hate binçavkirin.
(rc)