Kongreya Star Newroza gel bi daxuyaniyek pîroz kir

14:02

JINHA

QAMIŞLO- Kordînasyona Kongreya Star bi boneya Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku dê agirê Newroza îsal bi agirê azadiyê geşbikin.

Koordînasyona Kongreya Star bi boneya cejna Newrozê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi rûhê berxwedana rûmetê ya şoreşa Rojava û berxwedana xweseriyê ya bakûrê Kurdistanê ew ê têkoşîna xwe bilind bikin û wiha berdewam kir, "Bi rûhê Arînan û Pakîzeyan û hemû têkoşerên azadiyê ji Kawayê Hesinkar heya Mezlûm, Ronahî, Rehşan, Bêrîvan û Zekiye Alkan, ku bi agirê canê xwe agirê newrozê geş kirin, em newroza 2016'an pêşwazî dikin û li gelê xwe, giyanê şehîdan û Rêber Apo pîroz dikin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Gelê Kurd ev hezaran sale li ber xwe dide. Li dijî zilma Dehakên xwînmêj Kawayê Hesinkar agirê rizgariyê vêxist. Niha jî gelê Kurd li dijî zilma Dehan û Nemrûdên roja îro rejîmên faşîst li berxwe didin. Dewleta Tirkiyê bi faşîzmeke hovane êrîşê gele me dike. Li ser Rojava destdirêjî dike û bi qetlîaman bi ser gelê Bakûr ve diçe. Lê belê gelê Kurd dîsa bi rûhek mezin a berxwedaniyê Newroza xwe pêşwazî dike."

Daxuyaniya Kongreya Star îşare bi sîstema federla demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê jî kir û wiha pê de çû: "Li Sûriyê nêzîk 6 sale şereke dijwar pêk tê bê ku çareserî bê dîtin û rê li vê herikîna xwînê were girtin, lê belê gelê Kurd xwedî proje û modela çareseriyê ye û di van rojên nêzîk Newrozê sîstema federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê îlan kir. Jixwe şoreşa 19 ê tîrmehê pêvajoyeke nû ji bo gelê Kurd û yên herêmê bi xwe re anî. Jina Kurd di kesayetiya Arîn û Viyana û Silavan de destan nivîsandin. Niha jî divê bi xwedîderketina sîstema federal bi ruhê berxwedaniya newrozê bibe bersiv ji bo vê pêvajoyê."

Kogreya Star di dawiyê de wiha got,"Em wek Kongra Star didin diyarkirin ku dê bi berxwedaniya gel û jina azad a ku li hemû qadên têkoşînê xwe bi rêxistin dike û azadiya civakê misoger dike, dê dijminê mirovahiyê nikaribin agirê Newrozê vemirînin. Bi vê baweriya mezin em soza xwe ya geşkirina agirê Newrozê nû dikin ku têkoşîna azadiyê bilindtir bikin."

(en/rc)