Kongreya Star: Gelê me ev sedsal wek 'Sedsala rûmetê' tacîdar kir

14:10

JINHA

QAMIŞLO- Kongreya Star bi daxuyaniyeke nivîskî îlankirina biryara Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê pîroz kir.

Kongreya Star bi daxuyaniyeke nivîskî piştgiriya sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê kir. Daxuyanî wiha destpê dike:"Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de berxwedaniyên dîrokî pêk hatin, efsaneyên qehremantiyê derketin holê û serketinên pir mezin bû para gelên me. Jixwe gelê me ev sedsal wek 'Sedsala Rûmetê' tacîdar kir. Em di wê baweriyê de ne ku ev sedsal wê bibe sedsala Netewa Demokratîk û sedsala jinê."

Kongreya Star îşare bi biryara îlankirina civîna damezirîner a Sîstema Federaliya Sûriyeya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê kir û wiha nirxand: "Di vê demê de gelê me li Rojava û Bakûrê Sûriyê rojên dîrokî dijî. Du sal berê Rêveberiyên Xweser hatin ragihandin û me encamên wê yên di warê demokratîkbûnê de dît. Bi taybet ji bo jinê destketiyên mezin bi xwe re anî. Niha jî bi îlankirina biryara sîstema federaliya demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê re em wek gelê herêmê pêngaveke din a dîrokî diavêjin. Ev sîstem dê bibe mînak ji hemû Sûriyê û Rojhilata Navîn re."

Daxuyanî wiha didome: "Em wek Kongreya Star bi ruhê berxwedaniya Arînan û Viyanan, Îvana Hoffmann û Sêvêyan û hemû jinên ku di berxwedaniya rûmetê de xwe feda kirin, îlankirina biryara sîstema federaliya demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê silav dikin û li hemû gelê xwe û jinan pîroz dikin. Divê were zanîn ku sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava û Bakûrê Sûriyê dê krîza heyî li Sûriyê jî bidawî bike. Herwiha dê bibe modeleke demokrasiyê ku hemû pêkhateyan hembêz dike. Di vir de herî zêde jî maf û tevlîbûna jinê pêşî jê re hatiye dayîn û lewma divê herî zêde jinên Rojava û Bakûrê Sûriyê xwedî li vê sîstema demokratîk derkevin."

Daxuyanî wiha dawî dibe: "Em bangewazî ji jinên Kurd û herêmê dikin ku çawa bi ruheke mezin û berxwedaniyeke bêhevta şoreşa Rojava biser xistin, ji bo pêşxistin û serketina sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê jî bi reng û dengê xwe tevlî bibin."

(en/rc)