Li Amûdê amedekariyê Newrozê ber bi dawî ve diçe

15:19

JINHA

AMÛDÊ - Li bajarê Amûdê Lîjneya Amedekariya Newrozê diyar kir ku wan amedekariya Newrozê ber bidawî ve birin û tevahî qadên bajêr xemilandine.

Îsal jî tevî rewşa êrîşên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve li ser heremên kurd tên kirin gelê Kurd bi îsrareke xurt dê Newrozê pîroz bike û ber bi qadên pîrozbahiyê ve biherike. Ji bo wê jî ji hêla Lijneya Amadekar ve amedekariya Newrozê bi xemilandina bajar û qada Newrozê bi lezeke mezin têne temamkirin. Lîjneyê amedekarî diyar kir ku ew bajarê Amûdê jî qada pîrozbahiyê û hemû bajar bi rengê kes, sor û zer ve xemilandine û got ew amedene bi hezaran gel pêş wazî bikin. Lijneya Amedekar da zanîn ku ew jin bi taybet pêşengiya amedekariyê Newrozê kirine û got ew ê Newroza îsal bi coşek mezin pêşwazî bikin.

(rh-ns/rc)