Şebnem Korur Fincancı:Divê heyetên serbixwe bi lezgîn biçin Geverê
15:48
JINHA
COLEMÊRG – Hevseroka Giştî ya TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ji bo îdiayên ku li Geverê gazên kimyewî hatiye bikaranîn banga lêkolîna heyetên serbixwe kir û got "Em nikarin ji daxuyaniya Walitiya Colemêrgê bawer bikin. Heya ku delîlên berbiçav pêşkeşî me were kirin û ev îdia were zelal kirin, dewlet berpirsyar e."
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di roja 8. a berxwedana gel de îdiayên ku hêzên şer ên hikumeta AKP'ê li taxan gazên kimyewî bikaraniye cihê xwe yê rojevê digire. Parlamanterên HDP'ê yên navçeyê û parazvanên mafên mirovan jî ji bo zelalkirina îdiayan bang li dewletê kirin ku heyetên serbixwe li Geverê lêkolînan bikin.
Ji parlamenterên ku li navçeyê ye Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan anî ziman ku ji bo îdiayên gazên kimyewî zelal bibe divê heyetên serbixwe li navçeyê lêkolînan bikin û bang li saziyên sivîl kir ku bi awayek lezgîn werin navçeyê. Abdullah da zanîn ku ji duh êvarê ve ye li gel hemû hewldanan jî xwe ne gihandine walî û qeymeqam û wiha axivî:" Divê saziyên serbixwe, saziyên civaka sivîl ku em jî tevlî bibin biçe herêmê û lêkolînan bike û eger cenaze hebin tevlî karên otopsiyê bibe. Encax bi vî rengî rewş zelal bibe."
Abdullah: Walîtiya Colemêrgê manîpule dike
Abdullah diyar kir ku Walîtiya Colemêrgê hewl dide ku rastiyan veşêre û ji bo zelalkirina rastiyan bang li partiyên siyasî, saziyên civakî û rêxistinên demokratîk kir ku demildest biçin Geverê.
'Divê heyetên serbixwe biçin Geverê'
Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncancî jî têkildarî mijarê balê kişand ser Protokola Mînnesotayê û got divê ji bo Geverê lêpirsîneke cidî were kirin. Şebnem diyar kir ku heya ev îdia ji aliyê dewletê ve neyê pûçkirin dê berpirsyariya vê mijarê li ser be û wiha pê de çû: "Niha derbarê mijarê de lêpirsîneke cidî hatiye kirin an jî lêkolîna cihê bûyerê hatiye kirin? Derbarê vê de tu dane tune ye. Ji ber vê yekê ji bo îdiayan divê demildest komîsyonek serbixwe were avakirin. Divê heyetên serbixwe li wir lêkolînan bikin."
'Divê dewlet delîlên berbiçav pêşkeş bike'
Şebnem balê kişand ser daxuyaniya Walitiya Colemêrgê jî û wiha axivî: "Tu wateya wê tune ye ku îdiayên gazên kimyewî bi awayek devkî were derewandin. Eger bi delîlên berbiçav piştrast dikin mirov dikare bawer bike. Heya ku delîlên berbiçav pêşkeşî me were kirin û ev îdia were zelal kirin, dewlet berpirsyar e."
(rc)