Gelê ku li Dîlokê qedexe nasnake Newroza xwe pîroz kir
16:23
JINHA
DÎLOK– Bi hezaran welatiyên Dîlokê li gel qedexeyan kom bûn û Newroz pîroz kir. Bi hezaran gelê Dîlokê bi yek dengî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re Azadi xwest. Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken, diyar kir ku dewlet li şûna kolanan qedexe dike, bila rêya Îmraliyê veke. Îdrîs anî ziman ku êdî ew hem dixwazin tecrîda li ser Ocalan bi dawi bibe û hem jî di nava şertên wekhev de muzakere bên kirin û Ocalan serbest di nava wan de bigere.
Gelê Dîlokê xwest li Qada Îstasyonê ya Dîlokê Newrozê pîroz bike. Lê ji ber ku walîtiyê destûr neda pîrozbahiya Newrozê, Komîteya Amadekar a Newrozê biryar da ku Newrozê li navçeyên Şahinbey û Şehitkamilê pîroz bike. Gel li ber avahiya DBP'ê ya Şahinbeyê kom bûn û li dora agir govend gerand. Di pirozbahiyê de Serokê Giştî yê OSP Sinan Çiftyurek, Serkowekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken jî di navde bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li qada pîrozbahiyê pankartên “Rêbertiya Azad, Kurdistana Xweser û Tirkiyeya Demokratîk", “Em bi neteweya demokratik rêveberiya cewherî ava dikin" û “Em bi berxwedanê ber bi azadiyê ve diçin" vekirin. Girsê bê navber dirûşmeyê “Bijî Newroz”, “Bijî serok Apo”, “Şehid namirin” û “Zext me têk nabin berz kirin. Girsê bi cilên xwe yên rengîn qada pîrozbahiyê xemilandin. Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir.
Ewil Hevserokê DBP'a Dîlokê Kazim Şahîn, diyar kir ku wan heta niha qedexe nas nekine û dê qedexeyan nas nekin. Serokê Giştî yê OSP Sinan Çiftyure jî qedexeya li ser Newrozê şermezar kir û bal kişand ser komkujiya dewletê ya li ser gelê kurd.
'Projeya Rêber Apo li Dîlokê ye'
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken, anî ziman ku gelê kurd bi berxwedanê Agirê Newrozê heta îro geş kiriye û wiha got: "Neviyên Kawa heta Newrozê pîroz nekin ranawestin. Îdrîs, anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berê li Dîlokê kedek mezin daye û wiha got: "Rêber Apo projeya çareseriyê li Dîlokê avêtiye."
Îdrîs, bal kişand ser berxwedana Mazlum Dogan, Seyit Rıza, Şêx Sait û wiha got: "Kesên bawer dikin ku bi qedexeyan encamê bistînin, bila li dîrokê binerin. Îdrîs, destnişan kir ku AKP li ser gelê kurd komkujiyê pêk tîne û lê gelê kurd li dijî vê komkujiyên jêrzemînan wekî Mehmet Tunç serî netewandiye. Îdrîs, anî ziman ku gelê kurd li dijî komkujiyan liser piyan e.
'Li şûna kolanan qedexe dikin bila riya Îmraliyê vekin'
Îdrîs xwest li şûna AKP'ê kolanan li Kurdistanê qedexe dike riya Îmraliyê vekin û dest bi muzakereyên wekhev bikin û wiha got: "Bila tecrîdê rakin. Da ku aştiyê bîne. Em tenê rakirina tecridê naxwazin. Em di heman demê de muzakereyên wekhev jî dixwazin. Bila azad di nava gel de bigere. Gelê kurd dî dirokê de her dem di ber xwe daye. Divê em dîsa vegerin pêvajoya çareseriyê."
Li aliyê din 2 kesên ku ji taxa Karşıyaka hatin û xwestin beşdari Newrozê bibin hatin binçavkirin.
(rc)