Ji Serhadê heya Egeyê her der Newroz her der berxwedane

17:00

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Agiriyê heta Îzmîrê welatiyên ku guh nedan qedexa AKP'ê, li dora agirê Newrozê xwedî li kevneşopiya berxwedanê derketin. Li gelek navendan li dijî êrîşên hêzên dewletê gel peyama "Her der berxwedan her der Newroz" da.

RIHA

Li navçeya Sêweregê hezarî zêdetir welatî bi dirûşma "Her der Newroz her der bexwedan" ve xwestin Newrozê pîroz bikin li Qada Newrozê ya taxa Yenîşehîrê hatin cem hev. Polîsan hatin û çûyînên navçeyê dorpêç kirin, qada Newrozê jî biwesayîtên zirxî ve dorpêçkirin nehiştin welatî bikevin qadê. Li vir parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr xîtabî gel kir û got ku li hemberî biryarên AKP'ê ji bilî berxwedanê tu rê jî tuneye. Osman nirxandina "Tiştên ji Beyt-ul malê dizîne ji me dipirsin. Em ê serê xwe netewînin" kir.

Piştî axaftina Osman welatiyan pankarta "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin, Rêberê Azad, Kurdistana Xweser, Tirkiyeya Demokratîk" vekirin ber bi navenda sûkê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên "Her der Cizîr her der berxwedan" "Bijî Newroz" berz kirin. Welatiyên derûdorê jî bi nîşaneyên serekftinê ve piştgirî dan. Polîsan li navenda sûkê pêşiya gel girtin û bi guleyên plastîk, cop û TOMA'yan ve êrîşî gel kirin, gel jî li dijî êrîşan parastina cewherî pêk anî. Demeke di navbera gel û polîsan de pevçûn qewimî û di dema êrîşan de yek jî astengdarê jî herî kêm 5 kes hatin binçavkirin.

'Ji bo kurdan her der Newroz'

Li navçeya Cirnê Reş ji bo pîrozbahiya Newrozê welatî li ber avahiya DBP'ê kom bûn. Welatiyên kom bûn ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Li vir parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan axivî û diyar kir ku îxtidara ku di salên 90'an de Newraz qedexe dikir îsal dîsa li ser kare. Dîlek bilêv kir ku ji bo gelê kurd her der Newroz e û berxwedan e û nirxandina "Newroz mîrateya kesên bi bedena xwe agir pêxistin e. Ya dikeve li ser milê me jî mîrateya wan bi berxwedanê gihandina serkeftinê ye" kir. Dema ku daxuyanî hate dayîn welatiyên li taxa Karacurunê ketin qada Newrozê, li vir agirê Newrozê pêxistin. Demeke bi tilîlî û dirûşman Newroz hate pîrozkirin û piştre jî bi dawî bû.

Wêranşariyan li ber xwe dan

Li navçeya Wêranşarê jî polîsan qada pîrozbahiyê serê sibehê dorpêç kirin û nehiştin welatî bikevin qadan. Li navenda navçeyê jî wesayîtên Ford Ganger ên ku li Kurdistanê tên wateya qatlîamê bal kişandin. Di hatin û çûyînên navçeyê de kontrola GBT hatin kirin.

Ligel hemû astengiyan welatiyên ku li taxa Şirnexê hatin cem hev agirê Newrozê pêxistin. Li ser vê yekê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî gel kirin. Gel vê carê li ber avahiya DBP'ê kom bûn agir pêxistin govend gerandin. Bi sedan welatiyan bi rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di berxwedana xwerêveberiyan de jiyana xwe ji dest dane dest bi pîrozbahiyê kirin. Piştre Hevseroka HDP'ê ya Wêranşarê Sevda Çelîk Ozbîngol qedexe şermezar kir û got ku gel dê xwedî li kevnepoşiya cejnê ya bi hezaran salan derkevin û her derê bikin qada Newrozê. Piştre endama KJA'yê Leyla Guven axivî û got ku çiqas qedexe hebe jî kes nikare hatina biharê asteng bikin. Piştre govend hate gerandin û welatiyan Newroz pîroz kirin.

Li aliyê din ciwanê ku li taxên Emîroglu, Şirnak û Cumhuriyetê hatin cem hev û xwestin bi agir Newrozê pîroz bikin. Polîsan êrîşî ciwanan kirin ciwanan jî bi parastina cewherî ve bersiv dan êrîşa. Hate hînbûn ku Hayrettîn Çaglar, Hamdullah Ariz û kesekî ku navê wî nehat hînbûn hatin binçavkirin.

SÊRT

Ji bo Newroza ku dê sibehê li Sertê bê pîrozkirin xebat û amadekarî didomin. Ji bo bangawaziya pîrozbahiyê belavok hatin belavkirin. Parlamentera HDP'ê Besîme Konca bi welatiyan re sohbet kir û xwest ji bo geşkirina agirê Newrozê tevlî pîrozbahiyê bibin.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran yuksek û parlamenterên HDP'î dê beşdarî pîrozbahiya li qada Newrozê ya Taxa Barişê bibin.

MANÎSA

Li navçeya Salîhliyê ciwanên ku hatin cemqedexekirina Newrozê şermezar kirin. Ciwanên ku li taxa Gaffar Okan hatin cem hev agirê Newrozê pêxistin, dirûşmên "Bijî berxwedana YPS" "Bijî berxwedana xweseriyê" "Bijî Serok Apo" "YPS dimeşe erd û ezman diheje" berzkirin. Ciwan bi diruşman li nava taxê geriyan û piştre jî agirê Newrozê pêxistin. Ciwanan govend gerandin û Newroz pîroz kirin.

ÎZMÎR

Piştî ku Walîtiya Îzmîrê pîrozbahiya Newrozê qedexe kir, polîsan Qada Gundogduyê bi bariyeran ve girtin. Welatiyên ku bi israr xwestin Newrozê pîroz bikin li ber avahiya HDP'ê ya li Çankayayê kom bûn. Ligel ku polîsn hemû riyên ku diçin avahiya HDP'ê girtin lê welatiyan dirûşmên "Bijî Newroz" berz kirin. Welatiyan ji bo şermezarkirina binçavkirin û girtinên demên dawî de pankarta "Pêkûtî me bêzar nakin" "Bijî berxwedan em ê bi berxwedanê bi ser kevin" hate vekirin. Jinan cilên xwe yên gelêrî li xwe kirin. ESP, EMEP, KALDIRAÇ, KOZ, PARTÎZAN, Devrîmcî Partî jî piştgirî dan çalakiyên. Di çalakiyên de xwerêveberiyên li Kurdistanê hatin silavkirin. Li ser navê HDP'ê Canan Kaplan axivî û diyar kir ku biryara qedexeyê ne hiqûqî ne jî rewa ye.

Parlamenterê HDP'ê Ertugrul Kurkçu jî diyar kir ku ew qedexeya Newrozê nas nakin û qedexe, qedexeya Erdogan e. Ertugrul bilêv kir ku dewletê di dawiyê de hesabê hemû dizî, qatlîam û nelirêtî û qatlîaman bipirsin. Piştî axaftina Ertugrul çalakî bi dawi bû.

Li navçeya Karşiyakayê jî gel li taxa Yamaçê hatin cem hev û agirî Newrozê pêxistin. Polîsên ku hatin taxê êrîşî gel kirin gel bi parastina cewherî bersiv dan polîsan. Piştî ku polîs ji taxê vekişiyan pevçûn bi dawî bû.

AYDIN

Qada Newrozê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Polîsan qad bi bariyeran ve girtin. Polîsan welatiyên ku xwestin bikevin qadê jî asteng kirin û hin wesayît dane sekinandin û lêgerîn kirin. Li taxan balafirên bêmirov geriyan, li hin malan jî lêgerîn hate kirin. Lê ligel hemû qedexeyê jî HDP'ê bang li welatiyan kir ku saet di 17.00'an de li qada Newrozê be.

AGIRÎ

Li Agiriyê ku di demên dawî de di operasyonên qirkirina siyasî de bi dehan kes hatin girtin, li gel hemû êrîşan jî amadekariyên Newrozê ku dê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî tevlî bibe hate kirin û gelê Agiriyê amade ye ku agirê cejna vejînê pêxê. Ji bo pîrozbahiya sibê ku di saet 10.00'an de li Otogara Şaredariyê pêk were nêzîkê 30 hezar belavokên destan hatin belavkirin û wesayîtên anonsê hê jî li taxan ji bo beşdariyê anonsan dikin. Ji gelek navçe û bajarên derdorê jî tê payîn beşdarî çêbin û ji bo ewlehiya kesên beşdarî pîrozbahiyê dibin jî bi dehan kes hatin pêywirdarkirin.

Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Kutbettin Aslan da zanîn ku bi avakirina platformê dê hemû xebat bi dawî bibin û bang li welatiyan kir da ku bi rihê berxwedanê beşdarî pîrozbahiyên sibê bibin.

BEDLÎS

Li Tetwanê jî Parlamenterên HDP'ê yên Bedlîsê Mizgîn Irgat û Mahmat Celadet Gaydali jî di nav de endam û rêvebirên HDP û DBP'ê ji bo pîrozbahiya Newrozê ku dê sibê li Qada Fuarê ya Tetwanê were kirin li navenda navçeyê belavok belav kirin. Her wiha ketin û derketina gundên navçeyê ji aliyê Qeymeqamiya Tetwanê ve ji bo 48 saetan hate qedexe kirin.

XAPRÊT

Li Xarpêtê ligel qedexeya Walîtiya Xarpetê welatî li Geraja Hozatê hatin cem hev û Newroz pîroz kirin. Girseya ku di nav dê Parlamenterê HDP'ê Altan Tan, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Endama Dîwana Serokatiyê ya KCD'ê Mulkiye Bîrtane jî hebûn li Geraja Hozatê hatin cem hev. Li vir dema ku Mulkiye Bîrtane diaxivî koma nijadperest silogan avêt û û ev yek bû sedema rageşiyê. Li dijî koma nijadperest gel jî slogana "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" bersiv da. Piştî aloziyê Mulkiye axaftina xwe berdewam kir û diyar kir ku tenê du rê li ber gelan maye ev jî riya aştiyê û riya şer e. Mulkiye wiha axivî: "Em dizanin ku li vî welatî daxwaza ji bo aştiyê her diçe zêdetir dibe. Ji ber vê yekê jî em dibêjin ku Newroz aştî, azadî û biratî ye. Wekî ku Mazlum Dogan gotiye em dibêjin berxwedan jiyan e. Ji ber vê yekê jî em li ber xwe didin. Em ê li dijî yên ku şer anîne serê xwe natewînin."

Parlamenterê HDP'ê Altan Tan jî diyar kir ku ev rojên tarî dê veguherin rojên bi roj û xweşik. Altan got ku heta Duyemîn şerê Cihanê ingiliz û Almanan jî hevdu qetil kirine lê piştre jî Yekîtiya Ewropayê ava kirine û aştî ava kirine. Altan wiha axivî: "Em ê yan aştiyekî pêk bînin an jî heta qiyametê hevdu bikujin. Gerîla jî zarokên me ne, leşker û polîs jî Peywira me rawestandin mirinan e."

Çalakî bi dirûşma "Bijî Newroz" bi dawî bû.

AMED

Li navçeya Amedê ya Lîcê pîrozbahiya Newrozê jî ligel ku hate qedexekirin jî bi coş hate pîrozkirin. Welatiyên Lîcê guh nedan qedexeyê û li ber avahiya DBP'ê ya Lîcê hatin cem hev. Beriya daxuyaniyê Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr axivî û wiha berdewam kir: "Dewlet bi hatina biharê re çawa nikare vebûna kulîkna asteng bike nirake Cejna Newrozê jî asteng bike. Ligel qedexeyan em ê Newroza gelan jî bi heybet pîroz bikin." Piştre Ziya û Hevşaredara Lîcê Rêzan Zugurlî agir pêxistin. Piştre jî ji bo bangawaziya Newroza sibehê ya Amedê esnaf ziyaret kirin.

(rc)