Gel îro komkujiya Hesekê bi bîr anî

17:10

JINHA

HESEKÊ - TEV-DEM û Saziya Malbatên Şehîdan civînek ji bo bîranîna kesên di Newroza 2015'an di teqînê de jiyana xwe ji dest dan, li dar xist.

Ji bo kesên di teqîna li Newroza par jiyana xwe ji dest dan civîna bîranînê li bajarê Hesekê a kantona Cizîrê hat li dar xistin. Di teqînê li qada Şehîd Serhed de 43'ê kesan jiyana xwe ji dest dabûn, pir kes jî birîndar bibûn. Civîn li Navenda TEV-ÇAND a bajêr bi beşdariya malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, Saziya Malbata Şehîdên Sûryan û şêniyên bajêr, herwiha nûnerên saziyên civaka sivîl çêbû. Bi ser navê TEV-DEM'ê Dozdar Hemo axivî û kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Dozdar Hemo bal kişand ser berxwedaniya li Bakûrê Kurdistanê û Şoreşa Rojava. Bi ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo axivî û vîna gelê Kurd li dijî êrîşan destnîşan kir. Bi ser navê Saziya Malbatên Şehîdên Suryan jî Samir Îbrahîm axivî û got: "Jiyana me ya hevbeş me bi hev re dide girêdan." Samîr Îbrahîm da zanîn ku li dijî dijminê hov ku êrîşê zarokan jî dike, em ê bi yekbûnê bibin hêza bersivê.

Piştî civînê gel Goristana Şehîd Dijwar ziyaret kir û kulîlk danîn ser gorê kesên jiyana xwe ji dest dane.

(ee/jh/rc)