'Dê li hember polîtîkaya şerê AKP'ê tekoşîna me ya aştiyê berdewam bike'

18:05

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên ku guh nedan fermana qedexekirina Wezareta Karên Hundir a Newrozê li bajarên Marmarayê daketin qadan. Li Yalovayê ligel dorpêça leşker û polîsan gel meşiya qada Newrozê, li Sakaryayê qad serê sibehê hate dorpêçkirin, li Tekîrdagê jî gel bi slogana "Her der Newroz her de berxwedan" li qadan bûn.

YALOVA

Li Yalovayê ligel astengkirina walîtiyê gel berê xwe da qada Newrozê. Polîsan êrîşî gel kirin û 8 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Yalovayê. Piştî êrîşê gel li taxan belav bû, li taxên Mûş, Seyrantepe û Mezarlikê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Hêzên dewletê hatin û çûyînên taxan kontrol kirin li herêmê kontrola nasnameyan kirin.

Heman demê kolana ku avahiya HDP'ê lê ye jî ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.

SAKARYA

Yek ji navendên ku ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin jî Sakarya bû. Serê sibehê polîsan avahiya partiyê dorpêç kirin û kesên ku hatin û çûn avahiyê ji kontrola nasnameyan hatin derbaskirin. Serê sibehê heta niha avahî di bin dorpêçê de ye. Hevserokê HDP'ê yê Sapancayê Ercan Tepe ji ber belavokê birin wesayîta polîsan. Tepe demeke di wesayîtê de hate rawestandin û jê re gotina "Ji ber ku belavoka Newrozê qedexeye dê der barê wî de lêpirsîn bê kirin" bi kar anîn.

Piştre Komîtiya Amedekar a Newrozê ya Sakaryayê li avahiya partiyê daxuyanî da diyar kirin ku ew qedexeya Newrozê qebûl nakin, ew ê agirî Newrozê ya gelan ji bo wekheviyê pêxin.

ESKÎŞEHÎR

Li Eskîşehîrê piştî ku destur hate dayîn lê piştre jî ji aliyê walîtiyê ve hate qedexekirin bi peşengiya HDP'ê bi meşeke hate qedexekirin. Girseya ku li ber Cemxaneyê kom bû pankarta "Newroz nikare bê qedexekirin" hate vekirin û bi dirûşmên "Bijî Newroz" "Bijî berxwedana Cizîrê" dest bi meşê kirin. Piştî meşê jî hevserokê HDP'ê yê Eskîşehîrê Ahmet Uluçelebî axivî, got ku qedexe nikare bi gel paş ve gav bide avêtin. Piştre Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîlîz Koçalî axivî û diyar kir ku li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê dê ji bo aştî û biratiyê heta dawî têbikoşin.

Fîlîz diyar kir ku her der qada Newrozê ye û ew van qedexeyan rewa nabînin. Piştî daxuyaniyê bi rojname, peşgîr û daran ve agirê Newrozê hate vexistin û bi stranan govend hate gerandin.

TEKÎRDAG

li navçeya Ergene ya Tekîrdagê ji ber qedexeyê Newroz hat astengkirin. Lê gel heta qada Newrozê ve meşiyan û astengî şermezar kirin. Endamê PM a HDP'ê Sezaî Temellî û parlamenterê HDP'ê Erdal Ataş jî di nav de gelek kes beşdarî meşê bû. Di meşa Newrozê ede bênavber dirûşma "Her der Newroz her der berxwedan" berz kirin.

Sezaî piştî meşê daxuyaniyekî kurt da û diyar kir ku astengkirina Newrozê tê wateya astengkirina jiyanê û wiha berdewam kir: "Ev qedexeya ku em rû bi rû ne zilm e. Ez li vir dixwazim bang li hemû gelên Tirkiyeyê bikim. Divê nekevin bêhêvîtiyê. Divê em têkoşîna xwe bi biryarî bidomînin."

Parlamenter Erdal Ataş jî got ku bi qedexekirina qedexeyan ve tê xwestin ku dengê berxwedanê bê kêmkirin. Erdal anî ziman ku ew ê li dijî zilmê serî netewînin û heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku ji Trakyayê heta Mezopotamyayê aştî bê ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Hevserokê HDP'ê yê Tekîrdagê Kenan Yildiz jî anî ziman ku bêyî hincet bê nîşandan Newroz hatiye qedexekirin. Kenan got ku divê gel qedexe nas neke û Newroza xwe pîroz bike.

Daxuyanî bi dirûşm û çepikan ve bi dawî bû.

(dt/zt)