'Sîstema Federal û cejna Newrozê îfadeya roja nû ye'

08:35

Evîn Nejdet-Jiyan Hêvî/JINHA

QAMIŞLO-Endama Rêveber a Kongreya Star ya Kantona Cizîrê Neîme Hesen ku bi ser navê Kongreya Star beşdarî Civîna Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê a di 16-17 mehê li Rimêlan lidar ket bibû, encamê civînê û girîngiya wê ji JINHA'yê re parve kir.

Neîme Hesen di serî cejna Newrozê li Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan, gelê Kurd, jinan û gelên cîhanê pîroz kir û rasthatina Civîna Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê li gel cejna Newrozê jî watedar pênase kir û got ku "Cejna Newrozê û îlankirina Federasyona Demokratîk her du jî îfadeya roja nû ne."

Neîme Hesen di derbarê xebatên beriya civînê, ku bi rojeva Sîstema Federal pêk hatin de wiha got: "Beriya ku civîn çêbibe, di asta Rojava û Bakûrê Sûriyê nîqaş li ser sîstema Federlal Demokratîk çêbûn. Tevahiya pêkhateyên herêmê jî beşdarî van nîqaşan bûn. Li ser vê bingehê amedekarî ji civînê re hate kirin." Neîme Hesen ji bo tevlîbûna jinan di civînê de jî got: "Ji bo ku civîn bi awayeke demokratîk be, kotaya nîv bi nîv ji bo zayendan destnîşan bû û wiha jî beşdariya jinan xurt çêbû."

'Di civînê de Sûriyeya Demokratîk bû rojeva nîqaşê'

Di derbarê nîqaşên di civînê de jî Neîme Hesen wiha agahî da: "Nîqaşên herî berfireh di mijara Sûriyeya Demokratîk, pêşeroja Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê pêk hatin. Xala ku herî zêde jî derkete pêş ew bû ku gelê herêmê bikaribe ji bo jiyaneke hevbeş yekîtiya xwe çêbike. Di encam de ev 6 sale ku li Sûriyê şereke dijwar pêk tê, ji bo rê li ber xwînê were girtin û çareserî pêş bikeve girîngiya sîstema federal derkete holê. Sîstema berê li vê axê sîstema desthilatdariyê bû, ji bo ku careke din sîstemeke wiha dubare nebe, herî bêtir jî guman û tirsa gelê Ereb ji vê yekê hate dîtin. Civîn bû bingehek ji bo yekîtiya Sûriyê. Di esasê xwe de pêngavek ji bo vê avêt. Di nav nîqaşan de dîroka Sûriyê û Rojhilata Navîn ya ku rê li ber krîzan vedike jî hate nîqaşkirin. "

'Bendek taybet bi jinê derket'

Neîme Hesen da zanîn ku di nîqaşan de jinê mohra xwe li civînê xist û wiha gotina xwe domand: "Jinê bi nêrîn û beşdariya xwe bandoreke erênî kir. Wek encam jî di Heyeta Birêxistinkirinê de dê jin nîv bi nîv beşdar bibin û sîstema hevserokatiyê jî hate erêkirin. Herwiha 13 madde wek rêgez ji civînê derketin ku yek ji bendan jî di derbarê rêxistinbûna jinê bû. Ev madde girîng e. Bi taybet jî ji bo jinên ji pêkhateyên cûda. Ji ber kêm û zêde jinên Kurd xwedî rêxistin û xebatên bi salan in. Birastî me di civînê de jî kêfxweşiya jinên Suryan, Ereb ber bi çav dît."

'Sîstema Federla ji pêşerojeke yekgîrtî re rê vedike'

Neîme Hesen di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bi şoreşa Rojava re hevnasîna jinan û pê re girêdayî ya gelan pêşket. Sîstema federal demokratîk rê dide ku gelên xwedî dîrokeke hevbeş a kevn, ku ji ber siyasetên dagirkeran ji hev biyanî bibûn, hev binasin. Bi hev re pêşerojeke yekgirtî ava bikin. lewma ez di wê baweriyê de me bi vê sîstemê re jin dê hîna bêtir beşdar bibe û bi rengê netewa xwe û bi rengê jinê rol û mîsyona xwe bi cih bîne."

'Bertek ji nefêmkirin û nenasînê ye'

Neîme Hesen ji bo nerazîbûnên li beramberî sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê jî wiha got: "Ji ber sîstemeke nû ye û taze bûye rojev pir kes nas nakin, fêm nakin û bertek nîşan didin. Lê ger beşên civakê bi kûranî li ser bifikirin dê bibînin ku ev sîstem ji bo qezencên wan e. Lê ji ber bermahiya sîstema borî hîna maye, wiha bidest digrin. Di sîstema Baas de tenê yek-ziman- yek-ol, yek-netew, yek-zayend xwedî maf bû û ji bilî van jî tu kes qebûl nedikir. Lê bi sîstema federal a demokratîk re pir-rengî û pir-çandî tê esas girtin. Ev bi qezenca herkesê ye. Bêguman hin hêz û dewlet bi zanebûn dijî vê sîstemê derdikevin. Di serî de jî dewleta Tirkiyê ku hebûna xwe li ser dijîtiya Kurdan daye rûnişkandin, dijîtiyê dike. Rêxistin û partiyên hevkar-xayîn yên Kurd jî di vê xetê de ne. Ji ber dizanin ku ev model ku pêşbikeve dê sîstema wan ya desthilatdar jî neçarî guhertin heta hilweşînê were."

'Ev model dê bador li her çar parçeyan bike'

Neîme Hesen li ser bandora sîstema federal demokratîk li ser jiyana gelan de wiha vegot: "Divê were zanîn ku ev model dê yekser bi awayeke erênî li ser her çar parçeyên Kurdistanê û herêma Rojhilata Navîn bandor bike. Çi gava ku ber bi azadî û demokasiyê ve tê avêtin hertim rastî muxalîfên xwe jî tê. Lê gelê me li her herêmê, ji hêla gelên Kurd, Ereb hatin pîrozkirin. Li Şehba û Helebê jî pêşwazî bû. Gelê me bi vê pêngavê nîşan da ku dixwaze Sûriyeya pêşerojê demokratîk ava bike. Sîstema ku ji bo berjewendiya gelan ava bibe û wekheviyê esas bigire dê tucar têk neçe û serketinên hîna mezin bi xwe re bîne. Bi vê baweriyê dubare ez vê gava dîrokî li gel û jinan pîroz dikim."

(rc)