Xwendekaran bertek nîşanî mamostayên Cizîrê terikandî dan
08:37
JINHA
ŞIRNEX - Xwendekarên li Cizîrê diçin dibistanê zoriya hînbûna cîh dikêşin, hem dibistan hatine xirakirin û hem jî ji aliyê leşker û polîsan ve hatine karanîn. Xwendekaran bertek nîşanî mamostayên ku di pêvajoya qedexeyê de navçe terikandîn û çuyîn dan û gotin; "Dê ji niha û şon de çî hînî me bikin?"
Mamostayên di dema qedexe û êrîşên ser Cizîrê de navçe terikandî carekdinê vedigerin navçeyê. Xwendekar zoriya hînbûna dibistanê dikêşin, ji ber di dema qedexeyê de dibistanên wan ji aliyê tîmên taybet û leşeran ve hatine karanîn ji bo wê ji xwendekaran re zor tê. Xwendekarên ku hîna tiravmaya êrîşan ser xwe ne avêtine hem di dema qedexeyê de li dibistanan li cihê ruyê hevalên xwe leşker û tîmên taybet dîtin hem jî niha mamostayên wan terikandî û çuyîn dibînin. Xwendekaran diyarkirin ku tişta ew jiyan dikin gelek girane û wiha gotin: "Emê ticarî van jibîr nekin."
'Emê ticarî tiştên bi me dan jiyandin jibîr nekin'
Zarokên di taxên xirabe de kêfxweşiya ser ruyê xwe winda nekirîn rewşa dibistanên xwe yên di nava malên xirabe de tînin ziman. Zarokên Taxa Cudî bilêv kirin ku dema qedexe rabûyî ew hatin nava taxa xwe û wiha domandin: "Dema ku em hatin mala me tinebû, tenê berên dîwaran li cihê wê mabû. Hem jî li taxa me di jêrzemînan de heval qetilkirin. Em dizanin hemû birîndarbûn. Ew qetilkirin û şewitandin. Dema ku em hatin me ew dîmen dîtin. Tiştên ku bi me dan jiyandin emê jibîr nekin."
'Dê ji niha û şon de çî hînî me bikin?'
Zarokan bilêv kirin ku hefteya derbasbûyî zengila dibistana wan vêket û wiha axivîn: "Em çun dibistana xwe. Me li wê mamostayên ku em hêlane û çune dîtin. Me ji bo wan got; 'Ger we tiştên baş hînî me dikir wêdemê çima bêyî hun li peyî xwe vegerin we em hêlan û hun çun.' Mamostayên me jî gotin; 'Dibe ku em li vêderê bimirana, ji bo wê em çun.' Me jî ji wan re got; 'Em ji mirinê netirsan. Divê hun li gel mazluman mabana. Hunê ji niha û şonde çî hînî me bikin?' Bêyî tiştekê bêjin serê xwe di ber xwe de şor kirin. Ji xwe dema em çun dibistanê hijmara me kêmbû. Gelek hevalên me dibistan terikandin. Hevalên me dan zanîn ku ji vê demê û şonde ewê li dibistanê tiştekê hîn nebin. Bi tayîbetî jî xwendekarên lîsê hemûyan dibistan terikandine."
'Emê çawan bixwînin'
Zarokan anî ziman ku dibistanên wan weke qerargehan karanîne û wiha dom kirin; "Ji xwe dibistanên me weke qerargehan karanîne. Her dem li dibistanên me digerin û dibin sedema tirsandina me. Em wan li vêderê naxwazin. Li vêderê mirovên ku me ji wan hezdikirin hemû qetilkirin, ser de jî ji me re dibêjin bixwînin. Emê çawan bixwînin. Her dem li nava taxan digerin, dibistanên me weke qerargehan dixebitînin û me ji dibistanê sar dikin. Ji xwe gelek hevalên me dest ji dibistanê berdan, hinek jî qet nehatin. Dixwazin em bi wan biperisin. Lê em bi çîrokên berxwedanê mezin bûne, çawan mezinên me bi wan neperisîne emê jî bi wan neperisin."
(zt)